Têkilî kana ava li cîhanê teoriya nû
Lêkolên Fransiz têkilî kana ava li Gerestêrka Şîn teorîyeke nû danîn.
Lêkolên Fransiz têkilî kana ava li Gerestêrka Şîn teorîyeke nû danîn.
Av 70 ji 100'yê cîhanê vedigiere. Ji bo jiyanê bi girîngiyeke jiyanî ye lê çawa çêbûye ji berê ve ev nîqaş heye.
Tîmeke lêkol a Fransiz dane pêş ku Cîhan ji ber vê ve ji aliyê avê ve zengîn e. Tê diyarkirin dibe ku av li nav wan latên ku cîhanê pêk tînin têra xwe heye.
Kozmokîmyagerê Navenda Petrografîk û Jeokîmyayê yê Navenda Lêkolan Laurette Pîanî di kovara Sîence de keşfa xwe nivîsî.
Pîanî yê ku ji AFP'ê re axivî diyar kir teorîya nû qelşek li wan tezên serwer vekir ku digotin av demên dereng dema bombardimana astroîtan û stêrikên bi dûvik li cîhanê peyda bûye.
Lêkolên Fransiz li ser kevirên ezmanî yên bi navê enstatîk kondîrîtê sekinînin ku xisletê xwe nêzî pêkhateya kîmyewî ya cîhanê ne. Ev bi ser rengê wan latan de diçin ku dema cîhan ava bûyî hebûne.
Ekîba lêkol ku hîdroja 13'an a van kevirên ezmanî pîvan, di wan latên berê yên gerestêrka şîn de têra xwe hîdrojen heye ku dikare ji qebareya avê ya okyanûsan bi kêmanî sê caran zêdetir e pêk bîne.
Pîanî got, ''Me keşf kir ku pevgihîna îzotopên hîdrojenê yên kondîrîtên enstatît dişibe wê ava ku di mantoya Cîhanê de hatiye stokkirin.''
Pevgihîna îzotopan a okyanûsan bi têkeliya ku 95 ji 100'î yê van kondîrîtan avê hildigire, levhatî ye. Ev jî wiha weke hêmanek zêdek tê şîrovekirin ku av ji serî de cîhanî ye.
Lêkolan her wiha danîn holê îzotopên azotê yên di van kevirên ezmanî de dişibin îzotopên azotê yên li cîhanê.
Li gorî Pîanî ev lêkolîn wê red dike ku piştre weke stêrikên bi dûvik û kanên din para wan di çêbûna avê de nîne lê li ser radiweste ku kondîrîtên enstatît ji çêbûna gerestêrkê ve bi kedeke diyarker e.
Lêkola NASA'yê Anne Peslîer jî di nivîsa edîtorî de li gel lêkolîna ekîba Fransiz got xebateke ku derketî holê, ''parçeyekî jiyanî û nazik li vê pazilê zêde dike.''