Bakterî û vîrûsên ku bi sedan sal in di binê qeşayê de bêbandor in û weke ku "mirî ne" xwe nîşan didin, ji ber germahiya avhewayê dikarin gefê li jiyana mirovan bixwin.
Serma, tarîtî, bêoksîjenî û xaka qeşagirtî ji bo bakterî û vîrûsan mîna qadeke cemidandinê ne. Germbûna hewayê jî weke ku derxistina van bakterî û vîrûsan ji vê qada cemidandinê ye. Ji ber vê yekê jî bala zanyaran bi giranî li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê ye ku li Cemsera Bakur e û germahiya global jî herî zêde li wir tê dîtin.
Meha Gulanê li Sîbîryayê germahiya hewayê li gorî salên bihurî bi 10 pileyî zêde bû. Ev rewş jî nîşan dide ku êdî li Sîbîryayê germahiya global heye.
Bi germahiya global re fikar hene ku bakteriyên berê yên li herêmên qeşayê yên Sîbîryayê ji nû ve derkevin ser rûyê erdê. Li gorî zanyarên Rûs, gelek nexweşiyên ku beriya deh hezaran salî, beriya sed hezaran salî ji ser rûyê erdê winda bûn, bi bakteriyan re dibe ku ji nû ve der bibin.
Bakteriyên ku di nava kadvrayên heywanan û fosîlên li nava qeşayê cemidîne, bi germbûna hewayê re dibe ku li nava xwezayê belav bibin û piştre jî xwe bigihînin mirovan. Pispor destnîşan dikin ku encama vê yekê jî dibe ku kujer be.
Pispor diyar dikin, bakeriyên berê dikarin rê li ber gelek nexweşiyên berê vekin û fikaran dikin ku mîna nexweşiya Şarbonê ya sala 2016'an nexweşî dikarin rû bidin. Piştî ku qeşa heliya bakteriyên şarbon ên li nava termê heywanan de yên beriya 75 salî miribûn, veguherîbûn şewbê.
Ji ber şewba ku li rojavayê Sîbîryayê dest pê kir bi dehan heywan telef bûbûn.