Ji bo texmînên li ser avhewayê peykeke din jî hate şandin

Cîhaza Sentînel-6a a ku şandin fezayê wê asta okyanûsê bişopîne. Ji ber germa global wê daneyên cîhazê gelekî girîng be.

Cîhaza ku bi qasî kamyonetê ye û 1,2 ton e, roja Şemiyê ji baregeha Vandenberg a Kalîforniyayê hate firandin.

Sentînel-6a ji sala 1992’an û vir ve, wekî çavdêra girîng a asta okyanûsan tê diyarkirin.

Cîhazna diyar kirin ku di sî salên dawîn de asta behrê bi qasî 8 santîmetreyan bilind bûye. Ev wekî hejmareke biçûk xuya dike lê ji bo germa global û bandora wê ya avhewayê hejmareke bi bandor e.

Sentînel-6a ji bo çavdêriya asta behrê wê di nava 10 rojan de li bilindahiya 1.336 km bigere. Emrê vê cîhazê 5,5 sal e. Di sala 2025’an de wê Sentînel-6b vê peywirê werbigire.