NASA wê 4G li ser Heyvê bi cih bike

Şirketa Nokîa wê ji bo Ajansa Fezayê ya Emerîka NASA’yê li ser Heyvê wê toreke ya telefonên destan a yekem ku bibe operasyonel bi cih bike.

Di çarçoveya projeya baregeha mirovî ya herdemî ya NASA’yê wê li ser Heyvê di dawiya meha 2022’an de tora telefonên destan bi cih bike.

Şirketa Fîlandiyayî ya Nokîa wê tora 4G a ‘ultra-kompakt, di mijara enerjiyê de teserûfê dike û li gorî mercên fezayê xweragir’ bi cih bike û ev jî weke ‘Tora telefonên destan a yekem a li ser Heyvê’ be.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Nokîa yê ve hate dayîn, wê ev tor bi taybet wê bi rêya deng û reng têkilî li gel astronoman bê kirin, her wiha wê daneyên telemetrî û biyometrî pêk bîne. Her wiha ev tor wê di cihkirina robot û tevgera wan de jî xizmetê bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê NASA’yê ve hate kirin jî ev hate gotin: “Sîstem, wê têkiliyên li ser rûyê Heyvê di mesafeya herî dûr û bi leza herî bilind li gorî standartên heyî bi ewle bê bidestxistin xizmetê bike.”