Li Viyanayê dirûşma 'Bijî PKK' deng veda
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li Viyanayê bi coş hate pîrozkirin û hate gotin, "PKK hêvî ye, bawerî ye, berxwedan e, jin e, jiyan e, azadî ye."
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li Viyanayê bi coş hate pîrozkirin û hate gotin, "PKK hêvî ye, bawerî ye, berxwedan e, jin e, jiyan e, azadî ye."
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate lidarxistin û çar aliyên slaonê bi flamayên HPG'ê, Rêber Apo, wêneyên şehîdên şoreşê û pankartên ji bo azadiya Rêber Apo hatin daliqandin.
Çalakiya ji bo salvegera damezrandina PKK'ê bi deqeyeke bîranînê ya ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Piştre jî helbestên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin xwendin.
Hevserokên Civaka Azad a Awûstûryayê Dîlek Karahan û Ahmet Zîrek bi Kurdî û Tirkî axivîn. Hevserokan gotin, "Me silava Rêber Apo ku damezrînerê PKK'ê ye bi coşeke mezin wergirt. Em berxwedana Rêber Apo, berxwedana hevrêyên li çiyê, zindanan û bajaran silav dikin. Bi navê Civaka azad em we, bi hêz, hezkirin û hurmeta ji têkoşîna we wergirtî, silav dikin. Ji bo pîrozkirina destana 46 salan a PKK'ê em li hev kom bûn û dibêjin; PKK hêvî ye, bawerî ye, berxwedan e, jin e, jiyan e, azadî ye."
Girseya gel jî bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî Serok Apo' bersiv da axaftina hevserokan.
Piştî stranên Koma Dengê Bêzar û Koma Rojava rojnamevan Sefkan Kobanê axivî.
Sefkan Kobanê anî ziman ku berxwedana gerîla li Zap, Xakurkê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û got, "Ev gel, ev zarok, ev ciwan îradeya xwe ji fikrê Rêber Apo werdigire. Fikrên Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bûn. Em îro dibêjin: PKK serketin e. Em jî silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Bijî Rêber Apo, bijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)."
Di pîrozbahiyê de piştî ku Bengî Agirî û Koma Dewran hunera xwe pêşkêş kirin, li ser damezrandina PKK'ê û berxwedana gelê Kurd sînevîzyon hate nîşandan.
Herî dawî Îbo Qamişlo û Seyda Perînçek stranên xwe gotin û gel govend gerand.
Çalakî bi dirûşmên 'Bijî PKK' û 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.