Yek ji kêm cihên ku mirovan qirêj nekiriye: Okyanûsa Başûr

Li gorî lêkolîneke zanyaran, Okyanûsa Antarktîka (Başûr) yek ji kêm deveran e ku ji ber mirovan gemarî nebûye û hewaya xwe 'paqij' e.

Lêkolîn ji aliyê pisporên Zanîngeha Colorado ve hate kirin û li kovara bi navê Proceedîngs of the Natîonal Academy of Scîencesê hate weşandin.

Li gorî lêkolînê, yek ji deverên sereke ku li dinyayê nehatiye qirêjkirin Okyanûsa Başûr e ku li derdora Antarktîkayê ye. Di lêkolînan de yên li vê okyanûsê, ku bi navê parzemînê jî tê binavkirin, eşkere bû ku qirêjiya bi destê mirovan negihîştiye vê herêmê.

Pisporên ku tevlî karê lêkolînê bûn, tebeqeya hewayê ya ezmanên li ser Okyanûsa Başûr lêkolîn kirin. Ji bo vê jî bakteriyekî di nava hewayê de heye ji bo pîvandinê bi kar anîn.

HEWAYA XWE PAQIJ E, MÎNA MÛCIZEYEKE BIÇÛK E

Di encama lêkolînê de hate tespîtkirin ku li tebeqeya hewayê ya li ser okyanûsê, partîkuleke biçûk jî ya sotemeniya fosîlê, ava kanalîzasyonê yan jî dermanên çandiniyê mîna pestîsît nehatiye dîtin. Pispor dibêjin di nava şert û mercên heyî yên dinyayê de paqijiya hewayê bi vî rengî "mûcîzeyeke biçûk e".