ZANIST
Hemû Nûçe
-
Naziyekî ku da pey çûkên li Kurdistanê
Çûka Gabelek zanyarekî Nazî da pey xwe û ji Elmanyayê gihand Colemêrgê. Tevî guhertin avhewayê, şer, bendav û bajarvaniyê jî Gabelek çûkeke rengîn e ku hîn li Kurdistanê ye. -
Sala 2050'î wê Hewlêr bişibe Ahvazê, Dîlok jî bişibe Hewlêrê!
Li gorî lêkolînekê ku der barê avhewayê de hate kirin sala 2050'î wê avhewaya Hewlêrê bişibe ya Ahvazê, ya Dîlokê bişibe Hewlêrê, ya Parîs û Berlînê jî bişibe Canberrayê. -
Bi milyonan telefonên mobîl bi vîrûsekê hatine bidestxistin
Hate gotin li tevahiya cîhanê bi vîrûseke ku di telefonên Androîd geriyayî bi milyonan telefon hatine bidestxistin. -
Homo Sapiens ê ne Efrîkayî li Yewnanîstanê hate dîtin
Hestiyên mirovan ên li Yewnanîstanê hatin dîtin nîşan didin ku Homo Sapiens ji texmînan zûtir ji Efrîkayê derketine. -
Rapora kanserê ya li Fransayê: Mirin kêm bûye
Li gorî rapora hevpar a Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî ya Fransayê (INCa) û Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî, tevî ku hejmara mirovên li Fransayê bi kanserê ketine zêde bûye, rêjeya mirinê kêm bûye. -
NASA: Dibe ku 2024'an astronot ji bo Heyvê werin şandin
NASA got dibe ku 2024'an astronotan bişînin peyka cîhanê, Heyvê. -
Teqîneke mezin a li Rojê ji bo Cîhanê taloke ye?
Anegorî zanyaran li stêrkên mîna Rojê heke teqînên xurt çêbibin, stêrkên ciwan û yên mîna Rojê ku ji berê de hene wê ji vê karîger bibin. -
Li Sbîryayê serê gurekî mezin berî 32 hezar salan hate dîtin
Li Yakutistanê ya dikeve Rojhilatê Sibîryayê serê gurekî mezin ê berî 32 hezar salan hate dîtin. -
Şopa herî kevn a mirovên li Emerîkayê hate dîtin
Li Şîliyê di encama lêkolînên arkeolojîk de şopa herî kevn a mirovên li parzemîna Emerîkayê hate dîtin. -
Hestiyên heywanê bi guhan ê herî mezin ê dinyayê hate dîtin
Li Kenyayê, hestiyên heywanê herî mezin ê bi guhan ê dinyayê hate dîtin. -
Ya ku yekemîn wêneyê Çalereşê kişand, zanyareke jin e
Wêneyê Çalereşê ku di dîroka mirovahiyê de yekemcar hate kişandin, li dinyayê deng veda. Li pişt kişandina vî wêneyî zanyareke jin heye. -
Celebekî nû yê mirovan hate keşfkirin: Homoz Luzonensîs
Lêkolîneran ragihandin, li Fîlîpînan, li girava Luzonê celebekî dî yê mirovan ê bi karaterekî morfolojîk ê resen keşf kirine. Celebê ku bi Homo Luzonensîs hatî binavkirin, beriya bi 50 hezar salî jiyaye. -
Yekemcar wêneyê Çalereşê hate kişandin
Di dîroka zanistiyê de gaveke gelekî girîng hate avêtin. Yekemcar wêneyê Çalereşekê hate kişandin û parvekirin. -
Tacîza ku di dema zarokatiyê de tê kirin, mejî diguherîne
Zanyaran tespît kirin, mirovên ku di dema zarokatiyê de bûne mexdûrê tacîzê, şêweyê mejiyê wan guheriye û hîn bêhtir dikevin depresyona giran. -
Bandora neyînî ya guhertina avhewayê li zindiyên deryayê
Tê gotin, ji ber germbûna derya û okyanûsan, cînsiyeta masiyan tê guhertin û bi giranî dibin nêr. -
Rêveberiya Trump dixwaze heta 2024'an mirovan bişîne ser Heyvê
Alîkarê Serokê DYE'yê Mike Pence got, wê di nava pênc salên bê de derfetên xwe hemûyan bi kar bînin û careke din astronotan bişînin ser Heyvê. -
Ji bo aşiya Ebolayê pêşketineke hêvîdar
Zanyaran di xwîna nexweşekî vîrusa Ebolayê de antîkorek tespît kirin a ku dikare vîrusa Ebolayê ji holê rake. Ev pêşketin ji bo aşiya Ebolayê ya gerdûnî, pêşketineke girîng tê dîtin. -
Çîn dixwaze li fezayê santralê ava bike
Çîn ji bo ku elektrîkê bide Cîhanê, dixwaze li fezayê santraleke rojê ava bike. -
Zêdebûna CO2 wê ewrên nizm ji holê rake, germa global zêde bike
Li gorî lêkolîneke li DYE'yê, eger rêjeya karbondîoksîta tê belavkirin zêde bibe, wê 'ewrên nizm' ji holê rabin û ev yek jî bibe sedem ku germahiya global zêde bibe. -
Li Misrê mûmyayên 2 hezar salî hatin nîşandan
Li Misrê Mûmyayên bi koka Yewnanî yên serdema Xanadaniya Ptolemaîosê (BZ 305 û PZ 30) ji hêla Wezareta Entîkayana Misrê ve hatin nîşandan. -
Piştî DYE û Çînê Ewropa jî dixwaze xwe bigihîne Heyvê
Ajansa Fezayê ya Ewropayê û ArîaneGroûp dan xuyakirin, ew li ser wê yekê dixebitin bê karibin berî sala 2025'an biçin Heyvê yan na. -
Li Marsê jî ziryan radibe
Derveyî cîhanê gerstêrka ku berf lê dibare Mars e. Li gorî zanyarên gerstêrkan li marsê jî ziryana berfê pêk tê, lê belê tenê bi şev bandor dike. -
Antarktîka zû dihele!
Zanyaran ragihandin, qeşaya Antartîkayê ku weke Parzemîna Spî tê zanîn, zû dihele. Li gorî van daneyan qeşaya Antartîkayê 6 car li gorî 40 sal beriya niha zû dihele. Ev dane mirov dixin fikaran. -
Zanyaran gerstêrkek keşf kirin a ku du caran li Dinyayê ye
Zanyaran bi bikaranîna daneyên Keplerê ya ku teleskopa fezayê ya NASA’yê ye, li derveyî pergala Rojê, gerstêrkek keşf kirin a ku du caran li Dinyayê ye. -
Hindistan jî astronot dişîne fezayê
Piştî Rusya, DYA û Çînê, Hindistan jî xwe amade dike ku weke welatê 4’an ê astronotan bişîne fezayê.