Cara yekê ye li ser dînazoran nexweşiya penceşêrê tê tesbîtkirin

Li gorî lêkolîneke li Kanadayê hate kirin, heta roja îro cara yekem e ku nexweşiya penceşêrê li ser cûreke dînazoran tê tesbîtkirin.

Li gorî xebata ji aliyê zanyarên fosîlan ên girêdayî Muzeya Qiralyeta Ontarîo û Zanîngeha McMaster ve hate kirin, li Kovara The Lancet Oncology hate parvekirin.

Di çarçoveya lêkolînê de birîna li ser hestiyê lingê cûrekî dînazor ê Centrosaûrûs Apertûs a tê texmînkirin ku 76 milyon sal berê ye ku li Parka Dînasaûr Provîncîal a li Albertayê ye lêkolîn kirine. Li ser birîna ku tê texmînkirin ku heta niha ji ber şikestinê necebiriye bûye sedemê cûrekî penceşêrê.

Bi saya bikaranîna teknîka modern a tibî li ser dînazorê mijara gotinê cûrê penceşêra hestî ku navê ‘osteosarkom’ lê hatî kirin hate tesbîtkirin. Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku ev cûrê tumoran xirab e. Bi scannerên pir hesas ji bo lêkolînkirina fosîlê hestiyê dînazor, hestî hûrik hûrik hatiye parçekirin û hucreyên wê bi mîkroskopê rêbaza lêkolînkirinê şopandine. Piştre jî bi modemên sê alî hebûna tumorê hate piştrastkirin.

Pisporên ku di nava lêkolînê de cih girtin, bal kişand ku cara yekê ye heta roja îro li ser dînazoran penceşêr hatiye tesbîtkirin.

Li gorî lêkolînê dînazorê ku bi penceşêrê ketiye demek dirêj nekariye xwe ji lawirên dirunde biparêze û li nava keriya xwe tevger kiriye û ji ber vê demeke dirêj bi vê nexweşiyê re jiyaye. Her wiha hate zelalkirin ku dînazor ne bi penceşêrê, ji ber lêhiyekê ku rû dabû, li gel gelek dînazorên din telef bûbû,