Proxîma b ya li derveyî Pergala Rojê pir dişibe Cîhanê

Li gerestêrkeke li derveyî Pergala Rojê, ku tenê 4 salên tirêjê ji cîhanê dûr e, tê texmînkirin ku şiliyeke weke avê heye.

Li gorî lêkolînekê ya pisproên fezayê yên Zanîngeha Cinêvê, li derdora Proxîne Centaurî, ku stêrika herî nêz a Pergal Rojê ye, li gerestêrka bi navê Proxîme b, hêlên bi yên cîhanê re hevşib hatine tespîtkirin.

Ev gerestêrik cara pêşî 2016'an hate keşifkirin û ji wê demê ve li ser dihate xebitandin bê ka îhtîmal jiyanê lê heye yan ne, dawiyê gihaştine wê encamê ku şiliyên bi forma avê lê hene.

Bi çarçoweya lêkolînê ya ku di kovara Astronomy & Astrophysics de weşiyayî, gerestêrkeke li derveyî pergala rojê, ku 1,17 carî li cîhanê ye, bi spektrografê ya bi navê ESPRESSO ya li Şiliyê hate şopandin. Bi vê amûrê mezinahiya gerestêrikê bi rengekî zelal hate pîvan, hate fêhmkirin ku dûrahiya Proxîme B ya ji Proxîma Centaurî ji dûrihya Cîhanê û Rojê 20 caran kêmtir e.

Lê li gel vê jî enerjiya ku Proxîna b ji stêrikê distîne, hema hema bi qasî wê enerjiyê ye ku Cihan ji Rojê distîne. Ev jî nîşan dide ku li rûberê germahiyê ya Proxîme b'yê ev derfeta hebûna avê çêdike û heke av hebe, ev jî hebûna jiyanê pêkan dike.