Mirov dikare mamûtan klon bike û dîsa vejînê?

Li Sibaryayê her roj bi sedan hestî û parçeyên gewdeya mamûtan têne dîtin. Îhtîmala ku bi van parçeyan bi rêbaza biyolojiya sentetîk ji nû ve mamût werin vejandin zanyaran kelecanî dike.

Mamût celebekî ji 'Familyaya Fîlan' in û halê hazir qira wan hatiye. Mamût cara pêşî beriya bi 3 milyon sal li Efrîkayê qira wan hatiye, li vê parzemînê bi dorê li Ewropa, Asya û Emerîkaya Bakûr berbelav bûye û jiyane.

Mamût beriya bi 12 hezar sal li Ewropayê qira wan hatiye, li Gİrava Wrangelê ya bakurê Sibîryayê heta bi 4 hezar sal jî mabûn.

Ji mamûtên ku qir bûne niha tenê bermahiyên wan mane. Li bakurê Sibîryayê berf û qeşayên ku li Herêma Arktîkê dihelin û ji bo berf û qeşaya ku dihele rojê 20-30 ton diranên mamûtan têne dîtin. Li hin deveran jî parçeyên gewdeya mamûtan têne dîtin.

Nexasim ji bo mirovên li Yakutîstanê diranê mamûtan dahateke girîng e, kîloya wan heta bi 1000 dolarî tê firotin. Di vê qadê de kirîdarê herî li pêş Çîn e. Ji ber ku li vî welatî ji bo nêçîra fîlan neyê kirin bazirganiya diranê fîlan hatibû qedexekirin û li şûna vê bazirganiya diranên mamûtan hat.

Mijareke dî ya ku bazirganiya diranên mamûtan derxistî pêş ew e  bê ka ev celebê ku beriya bi hezaran salan qira wê hatiye wê dîsa bikaribe were vejandin an na. Di dokumenterekê de ya ku bi navê 'Genesis 2.0'ê li Swîsreyê hatî weşandin, li ser îhtîmala ku mamût bi rêya klonkirinê dîsa dikarin werin vejandin an na.

2012'an li Sibîryayê gewdeyekî mamûtekî yê beriya bi 45 hezar salî bi rêjeyeke mezin hatibû dîtin. Dîrektorê mûzeya mamûtan Semyon Grîgorîyev ku li ser mamûtekî yê ku pî, gewde, qoqê sêrî, çemr, pirç, raçîna masûlkeyan û xwîna wê bixwe jî hê heye, bi vê armancê bi pisporê klonkirinê yê ji Başûrê Koreyê Wook Sûk Hwag re xebitîbû.

DNA'ya mamûtê, hiceyeke wê ya ku hê zindî ye tê  standin, cihê jî be li hicreya rîşalî ya fîleke ku ji eynî familyayên tên, tê bicihkirin. Piştre jî ev zindî di hêkedana fîlê de tê bicihkirin. Lê ceribandina bi vê rêbazê bi ser neketibû. Ji ber ku DNA ya ji beriya bi dehan hezar sal mayî pir zirar dîtibû.

Li gorî pisporên Başûrê Koreyê û Japonî van çend deh salên pêşiya me klonkirina mamûtan pêkan e.