Heywanê ji bo civakê bivenevê: Ketik

Tê gotin, ketikên ku niha bêhtir ji bo hezkirinê têne xwedîkirin, ji serdema Hîva Biber û vir ve ji bo prastina berên çandiniyê hatine kedîkirin û bi vê armancê çûye Ewropayê.

Beriya niha jî dihate zanîn 6 hezar sal berê li xaka Hîva Biber, ku beşek ji Kurdistanê jî dihewîne, kedîbûna pisîkan dest pê kiriye. Lê cihê nîqaşê ye  bê ka mirovan ketik tercîh kirine an ketikên ku wan dema dirinde bûn xwestine ku kedî bibin.

Wiha dihate zanîn ku pisîkên kedîkirî yên li Ewropayê ji nifşê ketika wehşî hatiye parzemîna bi navê Felis Sylvestris sylvestris, lêkolîneke ku 2017'an hatî kirin bi rastî jî ketikên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur dijîn ji wan ketikan wehşî tên, ên bi navê Felis sylvestris lybica.

Di gotarekê de ya ku di kovara zanistî Science et Avenir de hatiye weşandin hate diyarkirin, ên ku ji Hîva Biber a Rojhilatanavîn bi rê ketin û gihaştin Ewropayê, ketik jî bi xwe re birine.

Di gotarê de hate gotin wiha kûçik ên ku bi guran re ji eynî malbatê ne ji hêla mirovan ve pir hatine guherandin, pisîkên kedikirî bi ketikên wehşî re, ku ji eynî nifşî ne, genetîka wn pir bi ser hev de diçe.

Tê texmînkirin ku ketik di ser Rojhilata Navîn re bi kêmanî beriya 6 hezar sal bi mirovan re gihane Ewropayê, fosîlên ku li Polonyayê hatine dîtin ên wan ketikên beriya bi 6 hezar û 200 salî derketin, ango ên wan ketikên ku ji Rojhilata Navîn hatine.

Li vir a ku tê meraqkirin bê ka ketikan mirov şopandine an ji hêla mirovan ve bi zanebûn birine.

Tê zanîn pêvayo ku ber bi kedîbûna psîkn ve diçe bi xebatên çandiniyê dest pê dike, teqez e ku wan deman berên çandinî di hedefa mişkan û heywanên ên koj de bûn. Ji ber vê jî fikra ku ketik ji ber vê sedemê birine Ewrapayê bêhtir li pêş e.