Ji ewrên Venûsê nîşaneyên jiyanê

Lêkolîneran li tebeqeya ewr a Venûsê hebûna gazeke ku girêdana wê bi jiyana li cîhanê re heye tesbît kirin. Şefê NASA’yê jî têkildarî lêgerîna jiyanê ya derveyî cîhanê weke “bûyera herî girîng’ pênase kir.

Lêkolîn ji aliyê astronotekê ku li Zanîngeha Cardîff a Qiratliya Yekbûyî tê kirin ve tê birêvebirin. Li gorî lêkolîna li Kovara Natûre Astronomy hate weşandin, cara ewile ku li yek ji çar gerstêrkên cîhanî ku di Sîstema Rojê de yekbûyekî wiha keşif kiriye.

Fosîla ku li ewrên Venûsê bi alîkariya radyoteleskopê hatiye çavdêrîkirin.

Li gorî lêkolînê ev fosîl, ‘Di pêvajoyeke nayê zanîn a fotokîmya yan jî jeokîmyayê de, yan jî ji ber hebûna jiyanê, mîna hilberînên fosîlên bîyolojîk ên Cîhanê dibe pêş ketibe.’

Ev yekbûyî li gerekstêrkên mezin ên mîna Satûrn ên xwedî gazên mezin ên di sîstema Cîhanê de cih digirin hene û koka wan ne biyolojîk in, yanî ji jiyana zindî nayên. Li pêşberî vê şopên fosîlan ên li ser bejahiya atmosferê de, ji xebatên mirovî û mîkrobiyen tên.

Midûrê NASA’yê Jîm Brîdenstîne got: “Gelo li Venûsê jiyan heye? keşifkirina fosîla ku berhemeke ya biyolojiya anaerobîk, di lêgerîna jiyanê ya ji derveyî cîhanê heta roja îro bûyera herî girîng e.” Nexasim lêgerîna jiyanê ya NASA’yê ya li derveyî cîhanê li ser MARS’ê kûr bûye.

Lêkolîner Jane Greave diyar kir ku şêweyê jiyanê yê hebûnê ya li Venûsê ji bo bi rehetî li nava hewayê bigere diyar kir ku ‘pir biçûk e’. Zanyar Graeves destnîşan kir ku li gel vê, tesbîtkirina fosîlê ya tenê bi serê xwe ne delîleke saxlem a hebûna jiyanê ye, lê ‘kîmyayeke anormal û nehatî ragihandin e.’