Avaniya herî kevn û mezin a Şaristaniya Maya hate dîtin

Şopa qadeke ku tê texmînkirin a Şaristaniya Maya ye û yek ji avaniyên herî kevn e, li Meksîkoyê hate dîtin.

Li başûr rojhilatê Meksîkayê, di dema lêkolînekê de ku pisporên ji gelek welatan tevlî bûn, bermahiyên avaniyekê hate dîtin. Tê texmînkirin ku avanî beriya 3 hezar salî hatiye çêkirin. Lêkolîna pisporên Zanîngeha Arîzonayê ku bi pêşengiya arkeolog Takeshî Înomata hate kirin, li kovara Natûre hate weşandin. Li gorî encamên lêkolînê, avahiya hatiye dîtin nîşan dide ku avaiya herî mezin û kevn a Mayayan e.

Li eyaleta Tabascoyê, di çavdêriya navbera salên 2018-2020'an de hate tespîtkirin ku qada avanî ya li platoyê bi hezar û 400 metreyî dirêj e û bi 400 metreyî fireh e. Hate tespîtkirin ku bilindahiya herêmê jî 10-15 metre ye.

Li gorî encamên lêkolînê, kompleksa bi navê Agûada Fenîx ku tê texmînkirin ji bo ayîn û merasîman hatiye avakirin, girîngiya 'karê komunal' a wê demê ya di pêşketina şaristaniya Maya de nîşan dide.

Yek ji lêkolîneran Profesor ê Japon Kazûo Aoyama diyar kir ku ji bo wan surprîze ku di demên destpêkê yên şaristaniya Maya de avaniyeke ewçend mezin hatiye avakirin.

Şaristaniya Maya beriya zayînê di salên 1000'î de li Mesoamerîcayê ava bû ku di navbera Gûatemala û herêma başûr a Meksîkayê de ye.