Şerê navbera Hamas-Îsraîlê û Îsraîl-Lubnanê bandoreke mezin li ser herêma Rojhilata Navîn dike. Di heman demê de êrîşên Îsaîlê gelek caran li ser baregehên hêzên çekdar ên girêdayî dewleta Îranê li ser axa Sûriyeyê jî dewam e. Paytexta Sûriye Şam jî gelek caran ji aliyê Îsraîlê ve dibe armanc. Êrîşên dagirkeriya Tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif metirsiyên li ser herêmê, bûyerên siyasî û xebatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên siyasî, dîplomatîk û parastinê nirxand.
Foza Yûsif da xuyakirin ku dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Îro li seranserê cîhanê şerekî mezin diqewime. Ev alozî û gengeşiya li holê herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn ev 200 sal in bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Li Sûriyeyê giştî û bi taybet jî li Rojava ev nêzî 14 sal in şerekî mezin diqewime. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danûstandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. Pirsgirêkên ewlekariyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dide diyarkirin ku wê bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî bike. Mirov dikare vê yekê bêje ku hêzên hegemon û mêtinger Sûriye kirine xeta agir. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digire, Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her tim di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyê ne. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya heyî, her tim di aliyê şer û aloziyan de bi kar tîne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwîste em wek gel û tevger ji bo şerê giran xwe amade bikin. Hin aliyên dewletên hegemon û mêtînger di ragihandinên xwe de, amadekariyên hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin mijara nîqaşê. Kesên ku wî tiştî dibêjin xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabînin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî diparêzin. Eger ku em hez dikin aştiyeke mayinde pêk were, pêwîste em xwe ji bo şer jî amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”
'JI BO PARASTINA GELÊ XWE, HÊZÊN ME YÊN PARASTINÊ AMADE NE'
Foza Yûsif bal kişand ser hîma xweparastinê û got, "Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê QSD, YPJ û HPC’ê jî, li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriya Tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedekariyê de ne. Raste liv û tevgerek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bide zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku civak û gelê me wek her tim berxwedana kiriye di vê pêvajoyê de jî li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigre û welatê xwe bi hev re biparêze. Pêwîste hemû welatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin xwe weke şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vê bingehê erka xwe pêk bîne, ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. Êdî her welatek xwediyê hêzên parastinê û ewlehiyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êrîş û tundiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAÎŞ'ê şikandin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekî pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi ruhê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin."
'ŞERÊ LI HERÊMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN MÊTINGER E'
Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got, "Ev şerê ku tê meşandin şerê desthilatiya hêzên hegemon e. Îsraîl hewl dide şerê xwe yê li hemberî Hîzbûllahê derbasî Sûriyeyê jî bike. Îran jî ji aliyekî ve bi zêdekirina hêzên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriyeyê hewl dide ku nakokiyan kûrtir bike. Di demeke beriya niha de Îranê li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li Hesekê êrîş pêk anî. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin alîgirê ti kesî, ji ber ku ev şer ne di berjewendiyên gel de ye. Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me zelal e. Metirsiyek wiha jî heye li holê, dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji aloziyên ku hene sûd werbigire û êrîşekê li ser heremê pêk bîne. Ji ber gefên ku tên xwarin û êrîşên ku tên kirin di wê çarçoveyê de ne. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendîyên xwe bi kar bîne û hewl dide çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Eger ev alozî zêdetir bibin di her alî de wê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyeyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire dimînin, wê bixwazin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo ku bandora aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareseriyekî sîyasî û yekîtiya gelên herêmê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bo çareseriyê gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di yekîtiya Sûriyeyê de xwedî xebateke girîng e. Her carê Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake û bê bersiv dihêle. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku biqewimin li ber xwe bidin."