Ya ku li Marsê weke lavê dihate dîtin, dibe ku herî be!

Li gorî lêkolînên dawî, ya ku li ser rûyê Marsê diherike û beriya niha dihate texmînkirin ku lav e, eşkere bû ku herî ye.

Berê dihate gotin ku li ser rûyê gerstêrka Marsê lav hene. Yekemcar sala 1965'an amûra fezayî ya Emerîkî ya bi navê Marînerê wêneyên wê kişand. Piştre sala 1969'an û Marîner 9 dîmenê pêkhateya ku dişibe volkan û çemê ziwabûyî kişand.

Lê belê ya ku ji hingî ve dihate gotin ku lav e û ti amûreke fezayî ji bo wergirtina mînakekê ji wê xwe nêzî herêmê nekir, tê texmînkirin ku herî be. Tê îdîakirin ev pêkhateya ku diherike dişibe heriya li Îzlanda yan jî Girava Javayê. Lêkolîna ku li kovara Natûre Geoscîence hate weşandin ev îdîa xist rojevê.

LAV DIBE KU HERÎ BE

Ji pisporên laboratûwara hevpar a zanîngehên Nantes û Angersê yên Fransayê Sûsan Conway ji kovara Scîence et Avenîr re axivî û ev îdîa spart lêkolîna xwe. Conway diyar kir, di testa xwe ya li laboratûwarê de dîtine, heriya ku diherike dişibe rengê lavan. Conway anî ziman ku heriya ku wan lêkolîn li ser kirin dişibe 'pahaehoe' ku cûreyekî lavê.

Conway ragihand ku îdîa û tespîtên heta niha li ser rûyê Marsê hatine kirin divê ji nû ve bên nirxandin.

Heta niha li ser Marsê gelek lêkolîn hate kirin ku jiyan heye yan na. Herî dawî deveke ku dişibe golê û avê sala 2018'an hate tespîtkirin. Di sala 2019'an de jî wêneyê geliyekî hate kişandin ku tê texmînkirin beriya bi milyaran salî av lê hebû.