ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Armanca me rizgarkirina Idlib û Efrînê ye'
Ji fermandarên Siwar Idlib Mahmûd Mûstafa Teyba destnîşan kir ku yek ji armancên wan ên herî girîng rizgarkirina Idlib û Efrînê ye. -
Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
Li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji şêniyên gundên navçeyê revandin. -
33 partî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kirin
33 partî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kirin ku ti lihevkirinekê bi dewleta Tirk re çêneke. -
QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewand
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdayên dewleta Tirk a dagirker yên dibêje 21 şervanên wan şehîd kirine derewand. -
Şêniyên herêma Firatê meşiyan: Me ji tinebûnê destketî afirand, em ê biparêzin
Şêniyên herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan û destnîşan kirin ku destketiyên wan ji tunebûnê afirandine, wê biparêzin û ji bo vê jî têkoşînê mezintir bikin. -
Dagirkeran bombe li Şera û Dirbêsiyê barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gelek gundên navçeya Şer ya Efrînê û du gundên li rojavayê Dirbêsiyê barand. -
'Herî zêde wê gazî xwedî li şoreşê derkevin'
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî diyar kir ku yên armanca şehîdan bi cih bînin û hîn bêhtir xwedî li şoreşê derkevin, gazî ne. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Helebê hatin veşartin
Li Helebê bi hezaran kesî cenazeyên Ranya Eta û Çiya Qendîl spartin axê. -
Cenazeyê Şehîd Diyane Elo hat veşartin
Cenazeyê Diyane Elo yê ku li Til Temirê şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin. -
Şervanekî YPG'ê li Helebê ji ber qezayekê şehîd bû
YPG'ê ragihand, ku şervanê wan Nîdal Mislim (Çiya Qendîl) 19'ê Tebaxê li bajarê Helebê ji ber qezayeke perwerdeyê şehîd bûye. -
Şêniyên Tirbespiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin
Xelkê Tirbespiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirkre daket qadan. Soza xwe ji bo têkoşînê û mezinkriina berxwedanê dubare kir. -
Şêniyê Kobanê şehîd Dîlan Izedîn bi merasîmeke girseyî veşartin
Şehîd Dîlan Izedîn a ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kantona Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Êrîşa dagirkerên dewleta Tirk a li ser gundên Eyn Îsayê hate têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê pûç kir. -
'Her kevirekî Kobanê wê li dijî Erdogan û hevalbendên wî bibe gule'
Şeniyên Kobanê diyar kirin ku ew amade ne ji bo gelê xwe şev û roj li qadan ber xwe bidin û gotin: “Her kevirekî li Kobanê wê li dijî Erdogan û hevalbendên wî bibe gule.” -
Gelê Çilaxayê li dijî dewleta Tirk derket qadan
Welatiyên navçeya Çilaxa ya Qamişloyê, li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û dewleta Tirk a dagiker portestokirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Sirîn hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Şehîd Cûma Sirîn, li Şehîdgeha Sirînê ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. -
Nasnameyên zarokên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, hatin eşkerekirin
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên zarokên keç ên ku di encama êrîşa balafirên bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, eşkere kir. -
Gundên Werdiyê û Til Medîq hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Werdiyê û Til Medîq ên Kantona Şehbayê bombe kirin. -
‘Dema karta çeteyan qediya’
Endamê Yekîtiya Çerkezên Minbicê Semîr Hedaq, bal kişand ser geşedanên dawî û diyar kir ku êdî dema karta çeteyên dewleta Tirk qediya ye. -
Rêveberê Tirkmen: Em girêdayî vîna xwe ne
Endamê Yekîtiya Turkmenan Cûma Elî Heyder destnîşan kir ku ew girêdayî Rêveberiya Xweser a vîna gelan temsîl dike û QSD’ê ya ku zarokên wan bi xwe avakirî ne. -
Dagirker Şehbayê bombebaran dike: Jinek û zarokek birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê bombebaran dike, di ecamê de jinek û zarokek birîndar bûn. -
QSD: Bi derewên dewleta Tirk bawer nekin
QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewand û got, “Windahiyên sivîl weke ku hêzên me bin nîşan didin.” -
Dagirkeran bombe li Til Rifet, Şehba û Til Temirê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Til Rifet, Kantona Şehbayê û Til Temirê barand. -
Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûn
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûne. -
HRE: Li Efrînê 4 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeyên Şera û Mabata yên Efrînê li dagirkeran xistin û di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.