Şervanekî YPG'ê li Helebê ji ber qezayekê şehîd bû

YPG'ê ragihand, ku şervanê wan Nîdal Mislim (Çiya Qendîl) 19'ê Tebaxê li bajarê Helebê ji ber qezayeke perwerdeyê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî da, tê de nasnameya şervanekî xwe ku 19'ê Tebaxê li Helebê şehîd bûye, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Bajarê Helebê her çiqas ne bajarekî Kurdistanê be jî gelê me yê Kurd ê vî warî di aliyê çandî û xwebûnê de xwe parastine. Li hember zilm û zordariyê, li hember êrîşên li ser xwe refleksa dijberiyê raber kirine. Ev çanda xweparastinê fêrî zarokên xwe jî kirine. Gelê me yê Helebê di pir nêzîk de bûn şahidê fikr û ramanên azad ê Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi vê fikr û ramanê re çanda xwe pêşxistin, di xweparastinê de hîn zêdetir bûn hoste. Ev hostatiya xwe di berxwedana Helebê destpêka şoreşa Rojavayê xwe da der.

Hevalê me Çiya jî di nav malbateke welatparêz a bi van taybetmendiyan, li Helebê ji dayîk bû. Di temenê xwe yên zarokatî û ciwaniyê de bi hestên welatparêziyê yên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê re mezin bû û Şoreşa Rojava berbelavê cîhanê dibû, sala 2014’an di dema Berxwedana Kobanê a sed saliyê de biryar da ku bibe şervanê gelê xwe û bibe nûnerekê Şoreşa Rojava a bûbû gerdûnî. Hevrê Çiya di kesayeta xwe de sekna milîtantiyê li gor tê xwestin di pratikê de raber kir. Di parastina Şehbayê de û di Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Li gor rastiya “şer ne tevahî jiyana me ye, tenê parçeyek jiyana me ye” tevgeriya û di kêliyên din a jiyanê de jî di kurkirina fikr û ramanê de hewldanên xwe pêşxistinê de rêhevalekî jîr û zîrek bû. Mirovên ku di çarenûsa gelê xwe de rolên diyarker bin kedkariyekî mezin dixwaze ku rêheval Çiya jî mirovekî kedkar bû.

Em sond û peymana xwe a bi girêdana şehîdên xwe careke din dûbare dikin ku emê teqez xeyal û armancên şehîdên xwe di pêkanînê de tu astengiyan nasnekin û bînin cîh. Em di şexsê şehîd Çiya de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasmaneya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Çiya Qendîl
Nav û Paşnav: Nîdal Mislim
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Xelîl
Cihê ji Dayikbûnê: Hele
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Tebaxa 2022’yan.”