Cenazeyên 2 şehîdan li Helebê hatin veşartin
Li Helebê bi hezaran kesî cenazeyên Ranya Eta û Çiya Qendîl spartin axê.
Li Helebê bi hezaran kesî cenazeyên Ranya Eta û Çiya Qendîl spartin axê.
Bi hezaran kes li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hev kom bûn û cenazeyê Ranya Eta ku 18'ê Tebaxê şehîd bû û şervanê YPG'ê Çiya Qendîl (Nîdal Muslim) ê 19'ê Tebaxê şehîd bû, spartin axê.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan li hev kom bûn.
Şêniyan bi karwanekî wesayîtan ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir bi def û zirneya efrînî li nav kolanên taxê geriyan û ber bi Gotistana Şehîdan a li herêma Şiqeyêf bi rê ketin.
Li goristanê ji fermndarên YPG’ê Şervan Efrîn wiha axivî: “Di destpêka şoreşa Rojava de pêkhate tev li vê şoreşê bûn ji ber ku hêviyên wan ên destpêkirina şoreşekê, şoreşa azadiyê mezin bûn.”
Şervan Efrîn wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û neteweya demokratîk a rêber Ocalan ditirse û ew bi hemû dewletan re ji bo ku şerê gelên herêmê bike dicive, lê wa gel biryar daye ku rêveberiya xwe ya xweser biparêze û heta bidawîkirina dagirkirinê dê tê bikoşe.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir got: “Me bi fedakariyên şehîdên xwe hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kir. Bi saya wan şehîdan, em îro li ser vê axê ne.”
Bekir soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destketiyên wan da.
Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zîlan Şêxo wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Piştre girseya gel cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdan di nav tililiyên dayîkan de spartin axê.