ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk êrîşî Şehba û Şêrawa kir
Dewleta Tirk êrîşî navçeya Ehres a Şehbayê û gundên Benê, Meyasê û Bircqas ên Şêrawa kirin. -
Cenazeyê Şehîd Radî û Yûsîf hatin veşartin
Cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Radî Mizel Osman û Yûsif Mihsin El Metras ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristina Suryaniyan ya li Hesekê hatin veşartin. -
'Festîvala Şehîd Berçem wê bibe bersiva herî xurt ji dagirkeran re'
Festîvala Şehîd Berçem ku li Helebê tê lidarxistin, di roja 3'emîn de bi coşeke mezin dewam dike. -
Ehmed Xoca: Dewleta Tirk li hember vîna gel wê têk biçe
Endamê Rêveberiya PYD’ê Ehmed Xoca 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker wê li hember vîna gel a Pêngava 15’ê Tebaxê têk biçe." -
Yasîn: PKK nebûya şoreş jî nedibû
Mûstafa Yasîn ê ji Hesekê ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê PKK nas kir, wiha got "Eger têkoşîna PKK'ê nebûya, em nedigihîşt vê serdemê. Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye." -
Li Rojava çalakiyên Cejna Vejînê
Li Kobanê, Minbic, Tebqa û Şehbayê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê çalakî hatin lidarxistin. -
Cenazeyê Şehîd Necîm El Mihêmîd hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê şehîd Necîm El Mihêrmîd hate veşartin. -
PYD’ê 15’ê Tebaxê silav kir
PYD’ê bi peyamek nivîskî salvegera Pêngava 15’ê pîroz kir û got: “Divê em bêhtir girêdayê fikir û felsefeya Pêngava 15’ê Tebaxê bibin.“ -
Zarokên şehîdan bang li QSD'ê kirin: Nehêlin zarok bêbav û bêdayik bimînin
Zarokên malbatên şehîdan bang li QSD'ê kirin ku sîxuran ji nava civakê derxînin û bi vî rengî nehêlin ku êdî zarok bêbav û bêdayik bêne hiştin. -
Operasyona QSD'ê: Ajanekî MÎT'ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin
QSD'ê li dijî ajanên MÎT'ê operasyone kir. Di operasyonê de ajanek hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin: -
HRE: 6 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li herêmên Bab û Marê di çalakiyan de 6 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. Hate ragihandin ku 7 dagirker jî birîndar bûne. -
Nûbar Ozanyan bi merasîmekê hate bîranîn
Nûbar Ozanyan di salvegera 5'an a şehadeta xwe de li Qamişloyê hate bîranîn. Di bîranînê soz hate dayin ku li dora mîrateya wî Şoreşa Rojava bê parastin. -
'Bi Rêber Apo re hêviya gel jinûve zindî bû'
Hevserokê Desteya Maliyeyê ya Rêveberiya Xweser a Efrînê Arîf Şêxo ku firsend dît du caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, wiha got, "Bi derketina Rêber Apo û partiyê re li Kurdistanê hêviya gel jinûve zindî bû." -
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan: 2 şervanên me şehîd bûn
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, nasnameyên 2 şervanên xwe yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkere kirin. -
‘Divê şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve’
Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava gel de şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve û gotin, “Tevî her tiştî em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.” -
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir şervanê wan Izet Şera di 12’ê Tebaxê de dema li ser peywira xwe bû, ji ber sekinandina dil şehîd bûye. -
‘Em ê Îdlibê ji dagirkeriyê rizgar bikin’
Fermandara Tûgaya Suwar Idlib Ala Şaban Hamiço da zanîn ku Îdlib di bin dagirkeriya komên ku serkêşiya wan Erdogan dike de ye û got, “Em weke zarokên Îdlibê, em ê dawî li dagirkeriya Îdlibê bînin.” -
Li Efrînê 11 kesên din hatin revandin
Leşkerên Tirk ên dagirker di nava hefteyekê de li Efrînê 11 kes revand. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundê Til Temirê didin
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li gundên Gozeliyê û Til Leben ên rojavayê navçeya Til Temirê didin. -
Artêşa Tirk bi topan li gundên Şehbayê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi topan qada di navbera gundên Um Hoş û Şealê yên kantona Şehbayê de dide. -
Bîlançoya êrîşkariya 8 mehan: 3761 êrîş, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn
Ji 1’ê Hezîrana 2022’an û vir ve dewleta Tirk 1420 caran êrişî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji serê salê û heta niha 33 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên şehîd Rêzan Cavîd û Dijwar Kobanê hatin veşartin
Bi tevlêbûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Rêzan Cavîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku wê teqez tola şehîdan bê hilanîn. -
Li Helebê merasîma pîrozbahiyê ya 15’ê Tebaxê hat lidarxistin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera 38. a 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek lidar xistin. -
Malbatên Şehîdan: Cihê çareseriyê Sûriye ye!
Saziya malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û diyar kir ku cihê çareseriya aloziya li Sûriyeyê, ne welatên ji derve, Sûriye bixwe ye. -
Li Til Temirê 2 şervanên Suryan şehîd bûn
Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Temirê de, du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn.