Êrîşa dagirkerên dewleta Tirk a li ser gundên Eyn Îsayê hate têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê pûç kir.
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê pûç kir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh bi şev hewl dan bikevin gundê Mişêrfê yê navçeya Eyn Îsayê.
Hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hewldan têk birine.
Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cedîda, Fatsa, Mişêrfê, Hîşê û derdora navenda navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.