ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Tevgera Hîlala Zêrîn: Em ê li dijî dewleta Tirk bi hev re li ber xwe bidin
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir û got “Em ê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.” -
Li Kobanê çaxê hevdana fisteqan e
Cotyarên darên fistiqan, li Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq yek ji giringtirîn berhemên aborî yê herêmê ye. -
Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û gotin, “Ji ber dewleta Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, êrîşê sivîlên Rojava dike. Em ê heta dawî xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin.” -
Balefireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li Qamişloyê da, birîndar hene
Balefireke bêmirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê 3 kesên din revand
Dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî 3 kesên din revand. -
308 kesayetan bang li muxalefetê kirin: Li ber operasyonê rabin, nebin şirîkê vî sûcî
Akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesayetan bang li muxalefetê kirin ku li ber operasyonên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin. -
Dewleta Tirk li Amûdê li malekê da -HATE NÛKIRIN
Droneke dewleta Tirk a dagirker li bajarê Amûdê yê Rojava li malekê da. -
Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek qetil kir
Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, li Til Temirê gundiyek şehîd bû. Li gundewarên Amûdê û Şehbayê jî doh bi şev bombardûman hebû. -
Li Qamişlo û Amûdê merasîma veşartina cenazeyên şehîdan hat lidarxistin
Li Qamişlo û navçeya Amûdê cenazeyên şehîdên ku di encama êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Sînaa ya Qamişloyê de şehîd bûn, bi merasîmek girseyî hatin veşartin. -
Li pêşiya baregehên Rûsan dagirkerî hat şermezarkirin
Bi dehan Şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Welatiyan li ber baregehên Rûsan dagirkerî û temaşevantiya Rûsan şermezar kir û diyar kirin ku ewê heta dawiyê li berxwe bidin. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê koma Rojava TV kir
Dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Cizîrê gelek gundan bombebaran dike, li gundê Cirnikê ya Amûdê bi topan êrîşê koma Rojava TV kir. -
‘Êrîşên dewleta Tirk, gef li hemû Sûriyeyê dixwe’
DaîreyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên zêde dibin da û da zanîn ku ew êrîş gefê li hemû Sûriyeyê dixwe. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şehbayê protesto kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê protesto kir. -
Artêşa Tirk gundekî Qamişlo bombe kir: Kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Zîwan ê Qamişloyê da. Di vê êrîşê de kesek birîndar bû. -
Endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku li Tebqayê endameke wan dema bi erka xwe ya parastinê radibû, şehîd bûye. -
Dewleta Tirk Til Rifet û Til Temir bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê û Til Temir a kantona Hesekê bombe kir. -
Ji Zirganê heta bi Qamişloyê gundên li ser sînor têne topbarankirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji Zirganê htea bi Qamişloyê serê sibehê topan diavêje gundên li ser sînor. -
Li Tebqayê çalakiya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Navenda Çandê ya Tebqayê û Tevgera Mezopotamya û Hunera Demokratîk bi hev re bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e’’ çalakiya “Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan” lidar xist. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet û Şerayê bombebaran kir. -
Gundekê Şehbayê hat bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Hoş a Şehbayê bombebarankirin. -
Bi sedan Ereb, Suryan û Kurdan bi hev re cenazeyê şehîd Dara El-Meo spartin axê
Di meresîma veşartina cenazeyê şehîd Dara El Meo de, welatiyan diyar kir ku girtina rê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi yekîtiya pêkhateyên herêmê pêkan e. -
Malbatên Şehîdan soza mezinkirina berxwedanê dan
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê û komîteyên wê yên jinan bi daxuyaniyan êrîşa Qamişloyê şermezarkirin, diyar kirin ku ewê berxwedaniya xwe mezintir bikin. -
Çeteyan li Efrînê kesek din revand
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyeke din ê ji gundê Mehmediyê revandin. Aqûbeta welatiyê hatî revandin nehat zanîn. -
PYD'ê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Qada hewayî li balafirên Tirk bigirin!
Meclîsa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo guhertina demografiya xaka Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûne û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku qada hewayî li balafirên Tirk bigire. -
Dewleta Tirk a dagirker 3 kes revand
Çeteyên Lîwa El Weqas ên dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê 3 kes revandin.