Gelê Çilaxayê li dijî dewleta Tirk derket qadan
Welatiyên navçeya Çilaxa ya Qamişloyê, li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û dewleta Tirk a dagiker portestokirin.
Welatiyên navçeya Çilaxa ya Qamişloyê, li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û dewleta Tirk a dagiker portestokirin.
Pêkhateyên navçeya Çilaxa ya Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û sûcên wê xwepêşandan li dar xist û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re anîn ziman. Xwepêşandan ji qada geracê ya naverasta navçeyê dest pê kir û ber bi bazara navendî ve dewam kir. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin. Xwepêşandêran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zarokên di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, hilgirtin.
Xwepêşandan li ber Çerxerêya Şehîd Mahsûm veguherî mîtîngê û li wir endama Kongreya Star a navçeya Çilaxayê Nezhet Seyfedîn axivî û got: “Dewleta Tirk, vîna pêkhateyên herêmê dike armanc û hewil dide vîn û israra me ya li ser jiyana birûmet û demokrat bişikîne.”
Têkildarî civîna Soçî û encamên wê yên ne li gorî mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nezhet Seyfedîn wiha axivî: “Planên komploger û mêtingeran ên li dijî gelê herêmê dewam dikin.”
Nezhet Seyfedîn da zanîn ku armanc ji van planan, derblêxistina li projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Nezhet Seyfedîn bang li hikûmeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar bixe, ji ber ku ew herêmê ji parçebûn û dagirkeriyê diparêze, ne dewleta Tirk.
Li ser navê Meclîsa Navçeya Çilaxa Qehreman Hemê axivî û got: “Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û biçek û topan herêmê dike armanc û li hember vê yekê civata navneteweyî û herêmî bê deng in, ev jî ispat dike ku di êrîşên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevkar in.”
Qehreman Hemê anî ziman ku li dijî dagirkeriya Tirk û polîtîkayên wê yên qirêj, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevanên hêzên leşkerî û QSD’ê ne.