Cenazeyê Şehîd Diyane Elo hat veşartin
Cenazeyê Diyane Elo yê ku li Til Temirê şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin.
Cenazeyê Diyane Elo yê ku li Til Temirê şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin.
Cenazeyê Diyane Elo yê ku li Til Temirê şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li ber nexweşxaneya Avrîn kom bûn û cenazeyê şehîd Diyane Elo wergirt. Piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.
Li goristanê endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hesen Berko axivî û îşaret bi bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk kir û got: “Ev îspat dike ku ew bi Tirkiyê re hevkar in. Li ber çavên her duyan, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker zarokên me bombebaran dikin û 4 keçên me şehîd bûn. Hedefgirtina sivîlan di radeya yekemîn de, kiryareke terorîst e mîna kiryarên DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bêmirov zarokan dike hedef. Divê civata navneteweyî hesabê jê bixwaze.”
Hevseroka Desteya Malî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Fatme Lekto axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan û hedefgirtina welatparêzan û fermandaran, têkbirina projeya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan armanc dike.
Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Kantona Efrînê Fadil Çawîş jî axivî û got: “Hedefgirtina perwerdekaran ji aliyê dewleta Tirk ve, tê wateya çewisandina mafên wan di perwerdeyê de. Di hemû civakên li cîhanê de, zarok fêr dibin beyî ku xeterî li ser wan hebe. Lê li herêmên me dibistan, xwendekar her tim dibin hedefa êrîşan.”
Piştre, endama KPC-D a Kantona Efrînê Rûken Ehmed nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.