'Her kevirekî Kobanê wê li dijî Erdogan û hevalbendên wî bibe gule'

Şeniyên Kobanê diyar kirin ku ew amade ne ji bo gelê xwe şev û roj li qadan ber xwe bidin û gotin: “Her kevirekî li Kobanê wê li dijî Erdogan û hevalbendên wî bibe gule.”

Şeniyên Kobanê têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî vîna gerîla û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûye. Şêniyan bang kirin ku her kes li cihê ku lê ye tevlî vî şerî bibe; rojnamevan be bi kamerayê, bijîşk be ji aliyê tenduristiyê ve, dayîk jî be bi nêrînên xwe piştgirî bidin berxwedanê.

Rojnemevana Jin TV  Zozan Remedan têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê bi kamereya şehîdan li ber xwe bidin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de karê ragihandin roleke girîng dilîze, ji ber ku heqîqetê derdixe holê. Em her tim amade ne ku rastiya bûyerên ku diqewimin bidin agahdarkirin û rûyê dewleta Tirk a dagirker bidin nîşandan. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya ragihandina xwe şerê taybet dimeşîne, em dibînin derbarê hêzên QSD’ê de tiştên berevajî dide ragihandin.”

EM Ê BI KAMEREYA XWE HEQÎQETÊ DERXIN HOLÊ

Zozan anî ziman ku kamereya di destê rojnamevanan de çeke û pê rastiyê derdixin holê û wiha li lêv kir: “Rojane zarok, jin tên qetilkirin û revandin, em jî weke xebatkarên ragihandinê divê rûyê qirêj ya dewleta Tirk a dagirker derxin holê. Em soz didin ku şev û roj bi kamereya şehîdên doza heqîqetê, li pey heqîqetê bin”

DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ VÎNA GERÎLA Û GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE TÊK ÇÛYE

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk, dewleteke bi hêze lê, li hemberê gerîla û gelên bakur û rojhilatê sûriyê têk çûye û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk li hemberî gel û gerîla teknîka herî nûjen û bihêz bikartîne lê, derbeyên mezin dixwe. Ji ber vê yekê her ku diçe bêhtir êrîşê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Dewleta Tirk êrîş bir ser Kobanê ji û hewl da bi van êrîşan vîna gel bişkîne û wan ji cihê van bike. Di her malekê Kobanê de şehîd hene, dayîk û bavên şehîdan diyar dikin ku ew dikarin çekên zarokên xwe yên şehîd rakin û li hemberî dagirkeriyê ber xwe bidin. Em jî weke ciwan her tim berxwedana xwe bilind bikin.”

Mihemed di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku çawa ku ew bi şerê gel ê şoreşgerî rejîma Sûriye ji Kobanê derxistine, wiha dewleta Tirk a dagirker jî derbixin.

‘HER KEVIREKÎ KOBANÊ WÊ LI DIJÎ ERDOGAN Û HEVALBENDÊN WÎ BIBE GULE’

Şêniya Kobanê ya bi navê Edlê Ehmed Bekîr jî teqez kir ku dewleta Tirk nikare vîna wan bişkîne û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk tu car nikare vîna me bişkîne, em ê her tim li ser piyan bin, heta ku yek ji me bimîne jî em ê bersiva Erdogan û hevalbendên wî bidin. Em tu carî li hemberî faşîzmê bêdeng nabin û her tim têkoşîn bikin. Her kevireke li Kobanê wê ji Erdogan û hevalbendên wî re bibe gule.”

‘EM Ê SÎNORAN BIŞKÎNIN Û FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’

Bekîr got: “Em êdî xwedî vîn, proje û moral in, em ê tu car pişta xwe nedin dagirkeriyê û sînoran bişkînin. Divê em weke gel her tim yekbin û pişta xwe nedin tu dewletan. Ji ber ku her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevger dikin. Teqez em ê her tim dagirkeriyê têk bibin.”

‘DIVÊ HER KES CIHÊ XWE DI VÊ ŞERÊ DE BIGRE’

Bijîşkê Kobanê yê bi navê Elî Ehmed Şahîn jî destnîşan kir ku ew weke bijîşk her tim amadene ku alîkariya gelê xwe bikin û got: “Rojane şer heye û tu piştgirî ji aliyê dewletên garantor naye dayîn. Em 70 bijîşkên Kobanê her tim amadene ku alîkariya gelê xwe bikin û di şer de ber xwe bidin. Divê her kes cihê xwe di vê şerê de bigre, rojnamevan be bi kamera, bijîşk be di aliyê tenduristiyê de, dayîk jî be bi nêrînên xwe piştgirî bidin berxwedaniyê.”