'Armanca me rizgarkirina Idlib û Efrînê ye'
Ji fermandarên Siwar Idlib Mahmûd Mûstafa Teyba destnîşan kir ku yek ji armancên wan ên herî girîng rizgarkirina Idlib û Efrînê ye.
Ji fermandarên Siwar Idlib Mahmûd Mûstafa Teyba destnîşan kir ku yek ji armancên wan ên herî girîng rizgarkirina Idlib û Efrînê ye.
Malbata Teyba ya ji gundê Ramî yê li herêma Çiyayê Zaviye ya Idlibê, ji ber zilma çeteyên dewleta Tirk destpêkê derbasî Efrînê bû, piştre jî koçî Minbicê kir. Mahmûd Teyba ji Tûgaya Siwar Idlibê re fermandariyê dike. Bavê wî jî yek ji şervanan e. Dayika wî jî di nava Meclîsa Malbatên Şehîdan de kar dike. Zarokekî malbatê jî gerîla ye.
Ji Fermandarên Siwar Idlib Mahmûd Mûstafa Teyba (Ebû Leyl) ji ANF'ê re axivî. Di êrîşên rejîma Sûriyeyê de du xal û sê apên Mahmûd Teyba jiyana xwe ji dest didin. Çîroka koçberiyê ya Mahmûd Teyba sala 2014'an destpê dike. Piştî ku Cephet El Nûsra êrîşî Ceyşul Hur kir, ji Idlibê derket, pêwendî bi Kurdan re danî û derbasî Efrînê bû. Mahmûd got "Em çûn Efrînê ji ber ku ew der herêma ewle bû. Me li wê derê Lîwa Şîmal El Demokratî ava kir û li dijî DAÎŞ'ê me şer kir. Em çûn gel hevalan, akademiyên wan ên perwerdeyê hebûn. Perwerde li ser bingeha serketinê bû. Me li gel hevalan şer kir. Armanc jî alîkariya ji bo gel bû."
XWE DISPÊRE FIKRÊN OCALAN
Mahmûd anî ziman ku ji jiyanê heta bi rêbaza têkoşînê bi her awayî ew ketin bin bandora hêzên azadiyê yên Rojava û got,"Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî bingeheke serketî ye. Yekîtiya gelan, gel û civakên baweriyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Armanca wan ew e ku xaka Sûriyeyê ji çete û dagirkeriya Tirk biparêzin. Afirînerê vê jî Rêber Abdullah Ocalan e. Di nava fikrê wî de aramî, hezkirin û aştî heye. Cudahî di navbera kurd-Ereb, Misilman-Xiristiyan de nîne."
BEŞDARÎ PERWERDEYA LI AKADEMIYÊ BÛ
Mahmûd ji bo karibe bi fikrên Ocalan xwe bêhtir bi pêş ve bibe sala 2017'an pêşniyar kir ku tevlî akademiya perwerdeyê bibe û qala vê pêvajoyê kir: "Piştre jî tevlî Akademiya Perwerdeyê ya Ş. Azîz Arap bûm. Bi perwerdeyê kesayetiya min bi pêş ket. Min karîbû hîn bi xurtî rabirdûya xwe binirxînim. Li gel hemû pêkhateyan em di perwerdeyê de bûn. Ev yek balkêş û bi co bû. Xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan jî ez bêhtir bi pêş ve dibir. Di perwerdeyê de em hîn bûn ku hinek di salên 1990'î de tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn û şehîd bûn. Şehîd Azîz Arap jî yek ji wan bû. Ji gundê Mehrebiye yê Efrînê bû. Vê yekê gelekî bandor li min kir."
ÎRADE Û MORALEKE BÊDAWÎ HEBÛ
Mahmûd piştî ku perwerde qedand careke din vegeriya Efrînê. Vê carê jî xwe berpirsyar dît ku fikrên Rêber Ocalan belav bike û dest bi dayina perwerdeyan kir. Piştî demekê berê xwe da eniyê. Sala 2018'an dema ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê li ser Efrînê destpê kir, li xeta Raco tevlî berxwedanê bû. Mahmûd qala wê demê kir: "Li eniyê li gel bombardûmana bi balafiran û topbaranê jî em bi moral bûn. Qala bîranîneke xwe bikim; 2 hevalan 6 rojan bi birîndarî mabûn. Piştî ku gund hate rizgarkirin me ew ji wir wergirt. Bi her kesî re moraleke mezin hebû. Her wiha heval hebûn ku çalakiya fedaî kirin. Piştî çalakiyên fedaî her kesî pêşniyara çalakiya fedaî kirin. Yanî îradeyeke bêhema û moraleke bêdawî hebû."
Mahmûd tevlî pêngava rizgarkirina Baxozê bû ku keleha dawî ya DAÎŞ'ê bû û destnîşan kir ku armanca wan rizgarkirina Idlib û Efrînê ye: "Armanceke min a sereke jî Idlib e. Hem rizgarkirina Idlibê hem jî rizgarkirina Efrînê ye. Têkildarî Idlibê em xwedî agahiyan e. Rojane bombardûman tê kirin. Her kes zane ku Cephet El Nûsra zarokê DAÎŞ'ê ye, lê kes newêre vê yekê bibêje. Gelê Idlibê nikare serî rake, ji ber ku serê wan tê jêkirin. Gel hatiye tirsandin."