Şêniyên herêma Firatê meşiyan: Me ji tinebûnê destketî afirand, em ê biparêzin

Şêniyên herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan û destnîşan kirin ku destketiyên wan ji tunebûnê afirandine, wê biparêzin û ji bo vê jî têkoşînê mezintir bikin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran kesên ji herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê li hev civiyan.

Endamên partiyên siyasî, malbatên şehîdan jî di nav de girseya gel li Qada Jin a Azad li hev kom bû û bi meşekê li ber êrışên dewleta Tirk rabû.

Di çalakiyê de wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana QSD'ê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Piştî deqeyekê rêzgirtin Hevserokê Meclîsa Cihbicihkar a Rêveberiya Xweser ya herêma Firat Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn destnîşan kir ku wan ji tunebûnê hebûn afirandine û got, "11 sal in Şoreşa Rojava ya azadiyê pêk hatiye. Bi derfet û îmkanên kêm, me ji tunebûnê hebûn afirand. Me gelek destketiyên pîroz ava kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze van destketiyan ji holê rake, lê ew ê heta dawiyê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîna xwe her tim bilind bikin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.