QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewand
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdayên dewleta Tirk a dagirker yên dibêje 21 şervanên wan şehîd kirine derewand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdayên dewleta Tirk a dagirker yên dibêje 21 şervanên wan şehîd kirine derewand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
QSD’ê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 21 şervanên wan derew in û got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di 19, 20, 21 û 22’yê Tebaxê de nûçeyên derew belav kirin û tê de îdia kir ku 21 şervanên me şehîd bûne. Ev îdia dûrî rastiyê ne.”