Dagirker Şehbayê bombebaran dike: Jinek û zarokek birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê bombebaran dike, di ecamê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Nêrebiyê, Girnata, Qeramil, Hasîn, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û navenda navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê bombebaran kirin.

Di êrîşê de jina bi navê Xedîce Wilo (55) li gundê Nêrebiyê û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef (13) li gundê Girnata birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.