Şêniyên Tirbespiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin

Xelkê Tirbespiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirkre daket qadan. Soza xwe ji bo têkoşînê û mezinkriina berxwedanê dubare kir.

Bi armanca şermezarkirina êrîş û sûcên dagirkeriya dewleta Tirk îro pêkhateyên Tirbespiyê yên kantona Qamişloyê daketin qadan û li hemberî êrîşan ku yekitiya gelan dike hedef, soza xurtkirina xetên berxwedan û têkoşînê da.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê dest pê kir û ber bi sûka navendî ve çûn. Beşdaran sloganên "Bijî berxwedana QSD'ê" berz kirin, wêneyên Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên cuda rakirin.

Xwepêşandan li dawiya sûka navendî veguherî mîtingê û li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên axivî û got: "Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve dagirkeriya Tirk hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yekitiya gelan têk bibe. Lewma hemû cureyên çekan bi kar tîne û bi wê re qanûnên navneteweyî û pîvanên exlaqî-mirovî bin pê dike."

Têkildarî bikaranîna artêşa Tirk ji balafirên bêmirov re li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hisên bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigire û wiha dewam kir: "Bêdengiya civata navneteweyî rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike ku hîn zêdetir li dijî gelê herêmê siyasetên xwe yên dijminane bi kar bîne."

Endamê rêveber ê PYD'ê Fesîh Hisên li dawiyê soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da ku parastina destketiyên şoreşê yên bi saya şehîdan hatine bidestxistin.