ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişlo û Şedadê ji bo şehîdan merasîm hatin lidarxistin
Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Elî Casim El Mislet ê di encama êrîşa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû hat veşartin. Li Qamişlo ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. -
Li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin
Li herêmên dagirkirî, li dijî dewleta Tirk hatin lidarxistin. Leşkerên Tirk doh bi şev gule li xwepêşandêrên li bajarê Ezazê reşandin. Di êrîşê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek xwepêşandêr jî birîndar bûn. -
QSD: 23 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên QSD’ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser sînorê Mêrdînê çalakiya tolhildanê li dar xist û di çalakiyê de 23 leşker hatin kuştin. -
QSD: Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me şehîd bûn
QSD’ê diyar kir di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li Qamişloyê şervanên wan Dijwar Kobanê û Bawer Ridwan şehîd bûne. -
Xelkê herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi girseyî meşiya
Bi hezaran ji xelkê herêma Firatê, bi meşeke girseyî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn. Di çalakiyê de biryardariya li ser berxwedanê hate nîşandan û hate gotin, "Serketin wê para gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be." -
HRE'yê bersiv da êrîşan: 1 jê fermandar 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
Di çalakiyên HRE'yê de yên li Bab, Şera û Ezazê, ku li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin, yek jê fermandar herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn. -
Şêniyên Efrînê: Navê Ocalan ji bo me hêz û moral e
Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk niha li Şehbayê ne, diyar kirin ku piraniya mirovên herêmê navê Ocalan li zarokên xwe kirine û gotin, "Ji ber ku navê Ocalan ji bo me hêz û moral e." -
QSD: Welatiyek û 2 şervanên me şehîd bûne
QSD'ê têkildarê êrîşa hewayî ya êvarê ya li gundê Mele Sibat a Qamişloyê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama bombekirina wesayîtê ya ji aliyê balafirên bê mirov û biçek ê dewleta Tirk a dagirker de welatiyek û 2 şervanên wan şehîd bûne. -
Li Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdurezaq El-Hemed li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê, bi merasîmek girseyî hate veşartin. -
Li Qamişloyê wesayîtek din hat bombekirin
Li gundê Melesibat ê bajarê Qamişloyê wesayîteke din ji aliyê balafireke bê mirov û bi çek ê dewleta Tirk a dagirker ve hat bombekirin. -
Gel li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gel li Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê daketin qadan. -
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê şehîd Hêvîn Osman spartin axê
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê endama hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), spartin axê. -
QSD'ê nasnameya 4 şehîdên li Qamişloyê eşkere kir
QSD'ê nasnameya 4 şervanên Hêzên Xweparastinê yên di êrîşa dewleta Tirk de li Qamişloyê şehîd bûn, eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker di rojekê de 30 top avêt Eyn Îsayê
Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Tebaxê de herî kêm 30 top avêt gelek gundên Eyn Îsayê. -
TEV-DEM: Em xwedî li berxwedana QSD'ê derkevin
TEV-DEM'ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li berxwedana şervanên QSD'ê derkevin û got, "Weke hêzên siyasî û neteweyî divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin." -
Di êrişên dewleta Tirk de li herêma Cizîrê 6 kes birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser derverên cûda yên herêma Cizîrê de 6 kes birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser: Gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li berxwe bide
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî û hêzên garantor û koalîsyonê renxe kir û diyar kir ku armanca van êrîşan berfirehkirina qadên dagirkeriyê yên Tirkiyê ye. -
Welatiyên Kobanê cenazeyê şehîd Dilovan Kobanê spartin axê
Bi sedan welatiyên Kobanê, bi merasîmek girseyî cenazeyê Şehîd Dilovan Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li Başûrê Kobanê veşartin. -
Dagirker bi dijwarî gundên Til Temirê û Tirbespiyê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku bê navber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dikin û sûcan dikin, gundên Til Temirê û yên Tirbespiyê bi dijwarî bombe dikin. -
QSD: 4 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Cirnik a Qamişloyê de 4 şervanên wan şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn. -
Li Hesekê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan û banga kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin. -
Gundê Omerîk a Qamişloyê tê bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Omerîk a bajarê Qamişloyê di van kêliyan de bombebaran dike. -
Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê tên bombebarankirin: 2 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbesiyê yên Rojava bombebaran dike. Li Tirbespiyê jinek, li Dirbesiyê jî endamekî hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûn. -
Li Girê Spî û Eyn Îsayê di nav 10 rojan de 5 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên deh rojên dawîn de 5 kes şehîd bûne. -
Gundên Qamişloyê hatin bombebarankirin: 7 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Rojhilatê Qamişloyê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranan de 7 kes birîndar bûne.