Rêveberê Tirkmen: Em girêdayî vîna xwe ne

Endamê Yekîtiya Turkmenan Cûma Elî Heyder destnîşan kir ku ew girêdayî Rêveberiya Xweser a vîna gelan temsîl dike û QSD’ê ya ku zarokên wan bi xwe avakirî ne.

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Minbicê û Endamê Yekîtiya Tirkmanan Cûma Elî Heyder ji ANF’ê re axivî.

Elî Heyder destnîşan kir ku ew jiyaneke bi ewle, aram û demokratîk dixwazin û ji bo vê têkoşîn dikin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên bê navber dixwaze vîna xelkê herêmê bişkîne, kaosê ava bike.

Elî Heyder anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bide, aboriyê hilweşîne, jiyana hevpar a nava gelan hatî avakirin xirab bike, dixwaze hemû herêmê dagir bike û bixe bin kontrola xwe. Elî Heyder diyar kir ku yek ji sedemê êrîşkariya dewleta Tırk ew e ku li dijî projeya Rêveberiya Xweser e.

Elî Heyder anî ziman ku Rûsya ji bo Tirkiye û Şam li hev bike zextê dike û got: “Daxwazên me hene. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku eger hevdîtin û lihevkirinek pêk bê, ji bo hemû gelên Sûriye û aliyan be. Gelê Sûriyeyê bi hemû aliyan re bicive, nîqaş bike, ji bo Sûriyeke azad biyar bide.”

‘EV AXA Û WELAT Ê ME YE, JI KESÊ RE BERNADIN’

Endamê Yekîtiya Tirkmanan Cûma Elî Heyder da xuyakirin ku ew amade ne li gel her kesê armamî û aştiyeke mayînde dîsa destekê didin sîstema demokratîk bicive û got: “ Em xelkê Tirkmen û zarokên wan, mîna hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li jiyaneke azad û aştiyê digerin. Lêgerînên me di nava projeya netewa demokratîk de îfadeya xwe dibîne. Di nava sîstema demokratîk de, bi hemû gelan re hewl didin li ser axa xwe bi hev re bijîn. Heta niha me êrîş nebiriye ser ti gel û dewletan. Her kes dibîne; dewleta Tirk dewletek dagirkere, her roj bi saetan êrîş dike. Ev welat ê me ye. Ev xak a me ye. Em axa xwe ji kesê re bernadin.”

‘EM Ê BI ZAROKÊN XWE RE AXA XWE BIPARÊZIN’

Elî Heyder bal kişand ser Rêveberiya Xweser a nûnertiya gelan dike û QSD’ê ya ji zarokên wan pêk tê û ev got: “Em ê li gel zarokên xwe welatê xwe biparêzin. Ez li gundê xwe dibînim. Dewleta Tirk her roj êrîş dike. Li mal û erdê me dide, tevî êrîşan gel jiyana xwe didomîne, ti karê xwe taloq nakin. Ev jî dide nîşandan bê ka çiqas êrîş bibin jî wê dijmin nikare vîna me bişkîne. Tevî hemû êrîş, îtifaqên qirêj û komployan em ê girêdayî proje, rêgez û destkeftiyên xwe bin.”