ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çîroka Avaşîn û Azad ên xwişk û birayên hev
Jiyan bi rasthatinan dagirtî ye. Rastiyên ku rû dan, ji tesadûfan wêdetir in. Birîndarbûna Azad a li Serêkaniyê û şehadeta xwişka wî Avaşîn li heman bajarî rasthatin nîne. -
Muslim: Faşîzma dewleta Tirk wê têk biçe, Kurd wê bi ser bikevin
Hevserokê PYD'ê got, "Nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê ku bi rengekî veşartî di navbera Muhaberat û MÎT'ê hatin kirin, hewldanek ji bo afirandina hincetekê ji êrîşan re ye. Kurd, gelên Sûriyeyê û raya giştî ya navneteweyî vê qebûl nakin." -
Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed ê di 24’ê Tebaxê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû û duh şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hate veşartin. -
Encama sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hat aşkerekirin
QSD’ê, bîlançoya sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dabû destpêkirin, aşkere kir. QSD’ê ragihand ku 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin, û gelek tûnêl hatin tespîtkirin. -
Roja sêyem a pêngavê: 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarê Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ya îro ket roja xwe ya 3’an de ragihand ku hêzên wan 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. Pêngav didome. -
'Dewleta Tirk di siyaseta Sûriyeyê de winda kir'
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê winda bûye û ji bo veşêre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. -
Li Kampa Holê cihên DAÎŞ tawanan lê dike tên rûxandin
Li Kampa Holê di operasyonê de cihê sûc û tunelên ku ji bo perwerdehiyê, dadgeh, êşkencexane û înfazan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dihatin bikaranîn hatin rûxandin. Rêveberiya kampê got ku rûxandina van cihan wê kampê ewletir bike. -
Operasyona li Holê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Operasyona ku ji bo jinavbirina metirsiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kampa Holê hatî destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome, herî kêm 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û 4 tunel hatin dîtin. -
Ji birîndarên Til Rifetê Zuhêr Ebdullrehman Mihemed şehîd bû
Ji birîndarên êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê, Zuhêr Ebdulrehman Mihemed ê birîna wî giran bû, şehîd ket. -
Save the Cildren: Li Sûriyeyê meha Tebaxê herî kêm 13 zarok hatin kuştin
Rêxistina Save the Children, ku rêxistineke civakî ya parastina mafên zarokan e, ragihand ku meha Tebaxê bi giranî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 13 zarok hatin qetilkirin, 27 zarok jî birîndar bûn. -
Cenazeyê Baran Devrîm li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Baran DevrÎm ku 23'ê Tebaxê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. -
Qonaxa duyemîn a operasyona li Kampa Holê çima û çawa destpê kir?
DAÎŞ ku sala 2021'ê di operasyona li Kampa Holê de derbên giran xwar, careke din xwe berda nava kampê û çeteyên xwe xiste nava tevgerê metirsiyeke mezin çêkir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi rewşê hesiyan, dest bi qonaxa duyemîn a operasyonê kirin. -
Ji bo şehîdên Til Rifetê merasîma veşartinê
Hemze Birîm, Reşît Eliko û Fatima Mamo yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Til Rifetê hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesan ve li Şehîdgeha Fafînê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HRE'yê ragihand ku hevrêyê wan Botan Birîm dema ku li ser erka xwe bû 24'ê Tebaxê şehîd bû û destnîşan kir ku li ser xeta şehîdan, ji rizgarkirina herêmên dagirkirî wê heta dawiyê têbikoşin. -
QSD'ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD'ê ragihand ku 23'ê Tebaxê li Qamişloyê şervanê wan Ehmed Omer Hero şehîd bûye. -
Li Kampa Holê qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê' hate ragihandin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Şehba û Til Temirê kir
Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî 6 gundên Şehbayê û gundê Um Kêf ê Til Temirê kir. -
Li Dêrikê bi sedan kesan dewleta Tirk protesto kir
Li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi sedan kesan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan: Em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin
Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên garantor Rûsya û DYE'yê da. -
Dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujî kir: 3 şehîd, 5 birîndar -NÛ BÛ I
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîşî Til Rifetê kir. Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn. -
Li Til Rifetê êrîşa bombeyî ya bi balafirên bêmirov
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker bombe li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê barand. Tê gotin ku herî kêm 6 kes birîndar bûne. -
Şêniyên Herêma Firatê hînî xweparastinê dibin
Di çarçoveya 'Şerê Gelê Şoreşgerî' û rewşa awarte ya ku hatiye raghandin de, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi fêrkirina gel a bikaranîna rêbazên xwe parastinê kirin. -
DYE'yê li Sûriyeyê êrîşa hewayî bir ser milîsên alîgirê Îranê
Berdevkekî leşkerî yê Emerîkî ragihand ku li Dêrazorê bombe li navendên Muxafizên Şoreşê barandine. -
Artêş Tirk a dagirker Şera û Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Semoqa û Um El Hoş ên Şehbayê û gundê Tinib ê navçeya Şerayê topbaran dikin. -
Xelkê Kobanê: Em tu carî serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin
Welatiyên Kobanê diyar kirin ku ew tu carî li hemberî dagirkeriyê serî natewînin, wê heta dawiyê li berxwe bidin û anîn ziman ku dewleta Tirk li hemberî îrade û berxwedaniya gerîla bi bindikeve, ji ber wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.