ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şedadê şehîdên QSD’ê bi rê kirin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Beşar Hisên û Ehmed El Îbrahîm yên di bersivdana êrîşa hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li bajarokê Ruweyşed ê rojhilatê Dêrazorê de di 11’ê Îlonê de şehîd bûn, hatin veşartin. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelê Kobanê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin û peyama ‘Heta ku Rêber Ocalan azad bibe, em ê têbikoşin’ dan. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Merwan Derbendîxan, li Helebê dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bûye. -
WHO: Rîska belavbûna kolerayê li Sûriyeyê pir zêde ye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya girêdayê NY’ê, diyar kir ku di rojên dawî de li Sûriyeyê bi dehan kes bi kolerayê ketine û hişyarî kir ku rîska belavbûna kolerayê li Sûriyeyê pir zêde ye. -
QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist û du çete girt
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir wan li başûrê navçeya Holê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kirine û di operasyonê de du çete girtine. -
Zaroka li Şehbayê ji ber êrîşa dewleta Tirk birîndar bû, şehîd ket
Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrîşa Tebaxê ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
HRE'yê lê da: 16 dagirker hatin kuştin, 4 jê leşker in
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk çalakî kirine. Di encamê de 16 dagirker hatin kuştin, ku 4 ji wan leşker in. -
Jineke din a Êzidî hate rizgarkirin
Li Kampa Holê ku operasyona 'Ewlehî û Mirovî' lê bi rê ve diçe, jineke din a Êzidî hate rizgarkirin. -
Cenazeyê Beylan Bêlûnî hate veşartin
Cenazeyê Beylan Bêlûnî yê ku di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd bû, li Goristana Berxwedana Serdemê ya li Ehresê hate veşartin. -
Li Kobanê li dijî tecrîdê meş
Li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. -
Li Kampa Waşûkanî teqîn: 4 kes birîndar bûn - HATE NÛKIRIN
Li Kampa Waşûkanî ku koçberên ji Serêkaniyê lê dimînin, ji ber teqînekê 4 kes birîndar bûn. -
Dagirker bi topan li gundê Dirdara yê Til Temirê didin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundê Dirdara yê Til Temirê didin. -
QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewand
QSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje di nava 4 rojên dawî de 12 şervanên wan şehîd xistine derewand. -
Şêniyên Dêrik û Tirbespiyê êrîşa Xelîfanê şermezar kirin
Malbatên şehîdan ên bajarên Tirbespiyê û Dêrikê yên Rojava ji PDK'ê xwestin ku êrîşa dewleta Tirk a li ser gerîlayên Xelîfanê ronî bike. 2 gerîlayên birîndar ji aliyê PDK'ê ve dîl hatibûn girtin. -
Li Til Temirê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku li gundê Leylanê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Cesûr Xebat spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Cesûr Xebat ê ku li Rojava di Pêngava Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê hatî destpêkirin de şehîd bû, li Hesekê bi merasîmek girseyî hat veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê gundê Gozelî yê navçeya Til Temirê dikin. -
Çalakvanên konvedanê yên li Rojava piştgiriya hêzên parastinê kir
Çalakvanên konvedanê destnîşan kirin ku ew ê piştgiriya hêzên parastina civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û diyar kirin ku dewletên herêmê divê helwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Udey Cinêdiye hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Udey Cinêdiye yê ku li Kampa Holê di şerê li dijî ceteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin. -
‘Xetereya li Kampa Holê li ser hemû cîhanê ye’
Yek ji Fermandarên Koordîneya Pêngava Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê komkujî û liv û tevgera şaneyên DAÎŞ’ê zêdetir bûne û ji ber wan êrîşan operasyon dereng ket. -
Dewleta Tirk li Efrînê 13 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê û Şêrewayê herî kêm 13 kes revand. -
QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Holê şehîd bûne, eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir li Kampa Holê di şerêli dijî şaneyeke DAÎŞ’ê de 2 şervanên wan şehîd bûye û nasnameya şervanan eşkere kir. -
Dagirkeran Zirgan û Til Temir bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Zirgan û Til Temir ên Kantona Hesekê bombe kirin. -
Li Kantona Hesekê êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin
Li Kantona Hesekê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê bi xwepêşandan û çalakiyan hate protestokirin. -
Şeniyên Kobanê li dijî ‘dagirkerî û xiyanetê’ meşiyan
Şeniyên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meşiyan.