ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Temir û Dirbêsiyê êrîş, li Hesekê teqîn
Dewleta Tirk gundê Eboş ê Til Temirê û gundê Çetelê yê Dirbesiyê bombe kir. Li gundê Şemoka yê Hesekê jî ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbû. -
Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê, ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Tebaxê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan merasima bîranînê hate lidarxistin. -
'Bila ti hêz hesabên vala li ser Rojava neke'
Endamên HPC'ê yên li Qamişloyê li dijî dagirkeriyê kon vedane, diyar kirin ku divê ti hêz hesabên vala li ser Rojava nekin û gotin, "Rojava bi şervanên xwe yên azadiyê li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê destan nivîsîn." -
QSD'ê 3 caran bersiv da: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li ser sînorên Riha, Dîlok û Mêrdînê bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
Yekîtiya Jinên Ciwan: Em ê bi rêbazên şerê gel ê şoreşgerî bersiv bidin dagirkeriyê
Yekîtiya Jinên Ciwan têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan û gotin, “Em ê weke jinên ciwan ên Herêma Firatê bi şerê gel ê şoreşgerî li dijî her cureyê dagirkeriyê şer bikin û bi serbikevin.” -
Li Rojava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê -2
HPC ku bi erka parastina gel û welatê xwe radibe, vê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih tîne. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şera û Şehbayê kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Şewarxa û Tat Meraş ên Şera kir û bi balafireke bêmirov a biçe baregeha Minnix a girêdayî dewleta Şamê ya Şehbayê bombe kir. -
QSD nasnameyên 5 şehîdan aşkera kir
QSD’ê nasnameya 5 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê yên ku du di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de li dijî nuqteyekê li gundewarê navçeya Amûdê şehîd bûn, aşkara kir. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundekî Til Temirê kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Xîbiş ê rojavayê Til Temirê bi balafireke bêmirov a biçek kir hedef. Di encamê de welatiyek birîndar bû. -
Dagirker êrîşê Şehbayê û rojavayê Kobanê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşê Şehbay, rojavayê Kobanê û gundên Şêrawa ya Kantona Efrînê dikin. -
Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê: Em ê li ser şopa şehîdan bin
Di 16՛ê Tebaxê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûbûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê diyar kir ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna li hemberî dagirkeriyê mezin bikin. -
Li Amûdê 4 endamên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn, QSD'ê soza tolhildanê da
QSD'ê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de ya li gundewarên Amûdê 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne. QSD'ê soza tolhildanê da. -
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Li dijî dagirkerî û faşîzmê em berxwedanê xurtir bikin
Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bang li gelê herêmê kir ku berxwedanê xurt bike. Her wiha ji hêzên navneteweyî jî xwest ku dawî li bêdengiya xwe bînin. -
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist
Li Ehdasê Konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê dest pê kir. -
Li Rojava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê -1
Rojava ya ku dewleta Tirk gefa dagirkeriyeke nû lê dixwe, ji hêzên leşkerî heta bi her beş û saziyên civakî ji her alî ve xwe bi rêxistin kiriye û dest bi berxwedanê kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza parastina herêmê da
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku di rojên dawî de dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kiriye û li hemberî êrîşan soza parastina herêmê da. -
Cenazeyê Şehîd Hesen Sirîn hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Hesen Sirîn ê ku di 14’ê Tebaxê de li ser erka xwe şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê hate veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundê Amûdê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek, gundê Sinceq Sadûn ê Amûdê bombebaran kir. -
Ciwanên Kobanê li dijî êrîşan daketin qadan
Bi dehan ciwanên Kobanê li dijî bombebarana dewleta Tirk a dagiker ya li ser Kobanê daketin qadan û çalakî lidarxistin. -
16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan
Hat îdiakirin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer ya li ser gundê Çarikli yê Kobanê de, 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dane. -
Şêniyên Kobanê: Em ê heta dawiyê li ber dagirkeriyê rabin
Şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnê xwe anî ziman û gotin, “Em ê axê xwe bernedin û heta dawî em ê li ber xwe bidin.” -
Gundê Bênê hate bombekirin: Zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk êrîşî gundê Bênê kir û di êrîşê de zarokek birîndar bû. -
Di êrîşa dewleta Tirk de zarokek şehîd bû
Di êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Kobanê, zarokek şehîd bû, 3 kes jî birîndar bûn. -
Dagirker bombeyan li navenda Kobanê û gelek deveran dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê dibarîne. -
Li Kobanê û Qamişlo coşa Cejna Vejînê
Li Kobanê û Qamişlo salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyên girseyî hatin pîrozkirin.