33 partî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kirin

33 partî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kirin ku ti lihevkirinekê bi dewleta Tirk re çêneke.

Li Navenda Lêkolînên Dîplomatîk a li Qamişloyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Tê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Barsûm û Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê bi zimanên Erebî û Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola neyînî ya hêzên dijberî gelê Sûriyê û di serî de dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hat gotin: “11 sal li ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, hîna rêya çareseriya aştiyane ya ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bîne cih peyda nebûye. Ev yek encama destwerdana hêzên dijberî hêviyên gelan di vê aloziyê de û bikaranîna hin komên teroîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye, bi taybetî rejîma Tirk a faşîst.”

ARMANCA DAGIRKERIYA TIRK JI DESTPÊKÊ VE DAGIRKIRINA AXA SÛRIYÊ BÛ

Daxuyaniyê bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê û rola hilweşîner a aliyên Astanayê (Tirkiye, Rûsya, Îran) li Sûriyê û wiha dewam kir: “Armanca dagirkeriya Tirk ji destpêkê ve dagirkirina axa Sûriyê bû. Ji bo vê yekê hin hêzên terorîst bi kar anîn. Dema ku piştrast kir ku ji ber hevsengiyên nû yên aloziya Sûriyê ew yek bi wê rêyê nabe, di helwesta xwe de guhertin çêkir. Vê carê jî bi navbeynkariya Rûsyayê xwe nêzî hikumeta Şamê dike. Aliyên Astanayê dixwazin dûrî azarên sûriyan berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew heman alî ne ku destê wan di xwîna sûriyan de heye.”

Di dewama daxuyaniyê de amaje bi helwestên gel ên dijberî lihevhatina hikumetên Şamê û Enqereyê yên li ser hesabê gelê Sûriyê hat kirin û hat diyarkirin: “Reaksyona welatiyên li herêmên dagirkirî mezin bû û lihevhatinên bi hikumeta Şamê re red kirin. Diviyabû ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bertekeke mezin derketibana. Hêzên siyasî van nêzîkatiyan red dikin, ji ber ku tu tiştekî ji bo gelê Sûriyê naparêzin. Vî gelî ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk berdêlên mezin dan.”

Partî û hêzên siyasî di dewama daxuyaniya xwe de gotin ku ew qebûlkirina ajandeyên rejîma Tirk a faşîst û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin û ew yek hêviyên gelê Sûriyê pêk nayne.

Her wiha bang li hikumeta Şamê kirin ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re yê ku Sûriye rûxand û gelê wê da koçberkirin, guh bide daxwazên gelê Sûriyê.

Di heman demê de zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sivîl û leşkeran hat şermezarkirin û wiha dewam kir: “Em tekez dikin ku em piştgiriyê didin mafê parastnia rewa ku QSD’ê li hember dijminahiyan bi kar tîne. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikin ku vê qirêjiya dewleta Tirk ku sûdê li DAÎŞ’ê dike, rawestînin.”

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku partiyên siyasî û gelê li dora hêzên leşkerî kom bûne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser dimeşîne, ya bi rêya diyaloga bi hikumeta Şamê û hêzên din ên demokratîk re û hat destnîşankirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê t ukes nikare îradeya sûriyan derbas bike.

BANGA BI HEVRE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ SEKINANDIN

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku helwesteke cidî bigire, da ku artêşa Tirk a dagirker bê qewitandin û bi hevkarî û koordîneya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li hember dagirkeriya Tirk bisekine.

Navê partî û hêzên siyasî yên daxuyanî dane ev in;

Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekîtiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Paritya Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê(P.Y.D.K.S).