QSD: Bi derewên dewleta Tirk bawer nekin

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewand û got, “Windahiyên sivîl weke ku hêzên me bin nîşan didin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên di derbarê windahiyên wan de agahî dan. QSD’ê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk derew in û van îdiayan ji bo nixumandia sûcên xwe yên li dijî sivîlan dike.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de hem êrîşên xwe li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine, hem jî nûçeyên derew ku di derheqê windahiyên me de diweşîne, zêdetir kirine. Encamên hemû faaliyetên leşkerî yên ku li herêmê çêdibin, ji aliyê me ve bi awayekî aşkere ji raya giştî re tên parvekirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikare rastiya xwe ya qirker binixumîne, gelek caran windahiyên sivîl ku di encama êrîşên wan de çêdibin, wekî şervanên me didin nîşandan.

Roj bi roj encamên hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî re tên parvekirin. Dîsa encamên çalakiyên me yên bersivdayinê jî bi raya giştî re tên parvekirin. Artêşa Tirk a dagirker di piranî êrîşên xwe de bi taybetî û bi zanebûn niştecihên herêmê dike hedef. Lê di nûçeyên xwe de wekî ku ev êrîş li hember hêzên me çêdibin, nîşan dide û hejmarên ji rastiye dûr radigihîne.

Li gorî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker tenê di 10 rojên dawî de ji 100’î zêdetir şervanên me di encama êrîşên wan de hatine şehîdxistin. Ev îdia ne rast in. Artêşa Tirk di van êrîşan de bi piranî gelê me dike hedef û di encama van êrîşan de 5 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 17 jê zarok 27 welatî jî birîndar bûn. Nûçeyên derew ên ku dewleta Tirk a dagirker diweşîne, ji bo nixumandina vê yekê ye. Pêwîst e gelê me û raya giştî bi van nûçeyên derew bawer nekin.”