'Herî zêde wê gazî xwedî li şoreşê derkevin'

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî diyar kir ku yên armanca şehîdan bi cih bînin û hîn bêhtir xwedî li şoreşê derkevin, gazî ne.

Endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî li ser gaziyên şer ên li Rojava axivî.

Laleş Êzidî diyar kir ku piştî malbatên şehîdan ên herî zêde divê xwedî li şoreşê derkevin gazî ne û wiha axivî, "Ev civak hezar sal in neçar hatiye hiştin ku di bin zexta dijmin de bimîne. Gelê Rojava pêvajoa sala 2011'an weke Bihara Gelan pênase kir, ji ber ku herî zêde êrîş li Kurdan dihate kirin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ciwanan ji bo parastina xaka xwe dest bi rêxistinbûnê kirin. Berdêlên gelekî mezin ên şoreşê hene. Divê civak bi rengekî hesas nêzî gaziyan bibe ku parçeyek ji bedena xwe feda kirine. Hevalên Gazî jî îradeya xwe bi îdeolojiyê û perwerdeyê xurt dikin. Eger êrîşek li ser Rojava çêbibe, ev ê neyê wê wateyê ku roleke gaziyan di vê şoreşê de nema ye. Belê birîndar in, lê belê divê ev rewş li pêşiya wan nebe asteng. Ji ber vê yekê yên ku armanca şehîdan pêk bînin û herî zêde xwedî li şoreşê derkevin, gazî ne. Şoreşek bêberdêl nabe, ji ber ku azadî armanceke hêsan nîne. Ji bo xwedîderketina li xak, ziman û jiyana xwe berdêlên gelekî giran hatin dayin. Li nava civaka Kurd ku bi hezaran sal in bindest e, yên berdêlên herî giran dan dayik û jin e."

Endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî diyar kir ku li sîstem û dewletên hegemonîk bi rengekî sembolî piştgiriya madî ji gaziyan re tê dayin û got, "Gaziyên me jî ji bo xwedîderketina li şoreşê ji aliyê îdeolojîk ve xwe bêhtir xurt dikin. Şoreşa Rojava xwedî bi hezaran şehîd û gaziyan e. Lewma eger êrîşek bê kirin wê gaziyên şer ên Rojava bersiva pêwîst bidin. Heta ku Rêber Apo û girtiyên azadiyê bêne berdan, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."