‘Dema karta çeteyan qediya’

Endamê Yekîtiya Çerkezên Minbicê Semîr Hedaq, bal kişand ser geşedanên dawî û diyar kir ku êdî dema karta çeteyên dewleta Tirk qediya ye.

Endamê Yekîtiya Çerkezên Minbicê Semîr Hedaq bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşê ve di nava pozîsyoneke êrîşkar de ye û got ku wan heta niha li beramber wê êrîşkariyê li berxwe daye û ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Endamê Yekîtiya Çerkezên Minbicê Semîr Hedaq ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a ku li rex êrîşan bi şerê taybet ve xwestiye bêîstîqrariyê çêbike û tirsê bixe nava gel û wan bide revandin, heta niha herî zêde bi destê çeteyan vê yekê dike. Hedaq, da zanîn ku di qonaxa niha de tiştek van çeteyan ku pêk bînin nemaye û got, “Rewşa hemû komên ku li herêmên dagirkeriyê kom kirine, diyar e. Her yek dabeşî komên biçûk bûne, belave ne û hema hema her roj bi hevdu re şer dikin.”

GELÊ MINBICÊ GAV PAŞVE NEAVÊT

Hedaq da zanîn ku dewleta Tirk ji aliyekê ve bi êrîşên li ser Kobanê, Minbic û herêmên din hewl dide tengasiya xwe veşêre û ji aliyê din ve jî hewl dide li ser gel tirsê çêbike û wiha axaftina xwe domand: “Lê belê ji destpêka şoreşê ve gelê herêmê û bi taybetî yê Minbicê her tim rastî êrîşan tên. Heta niha gel li hemberî ti êrîşên wan paşve gav neavêtiye. Wê ji vir û şûnde jî neavêje. Haya gel jî ji lîstikên tehrîkkirina wan a li dijî rêveberiyê heye.”

NEKARÎ TIŞTÊN KU DIXWEST LI SÛRIYÊ BIKE PÊK BÎNE

Hedaq bal kişand ku armanca dewleta Tirk ev bû ku di sala 2011’an de li mizgefta Şamê nimêjê bike, lê nekarî vê yekê pêk bîne û wiha pêde çû: “Tevî çeteyên ku li dora xwe kom kirin jî, nekarî bigihije tiştê ku dixwest pêk bîne. Niha hemû çete ji bo dewleta Tirk giraniyekê çêdikin. Dewleta Tirk dixwaze xwe ji wan rizgar bike. Dewleta Tirk jî dizane ku dema karta ku di destê wê de ye qediyaye. Çawa ku dixwest ew bi kar anîn û niha jî dixwaze xwe ji wan rizgar bike.”