Cenazeyê şervanê QSD’ê Sirîn hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Şehîd Cûma Sirîn, li Şehîdgeha Sirînê ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Şehîd Cûma Sirîn, li Şehîdgeha Sirînê ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Şehîd Cûma Sirîn, li Şehîdgeha Sirînê ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Cuma Elî (Cuma Sirîn) li şehîdgeha li navçeya Sirînê amade bûn. Şehîd Cuma Sirîn ê şervanê QSD´ê roja çarşema çûyî li Reqayê şehîd bû.
Di merasîma birêkirinê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Nîzar El Mûsa axivî û got ku ew amade ne li dijî hemû hêzên êrîşê herêmê dikin, şer bikin. Bi domdarî Nîzar El Mûsa, wiha axivî: “Em çi qas rastî êrîşan bên jî em dest ji axa herêmê bernadin. Projeya me, projeyeke demokratîk e û em ê rê nedin tu aliyekî ku hewil bide axa me ya ku bi fedekariya şehîdan hatiye rizgarkirin dagir bike. Divê dewleta Tirk û çeteyên wê bizanin ku êdî em ne pariyekî hêsan in."
Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa jî axivî û got: "Zarokên me, bi canê xwe fedekariyê dikin da ku em bi ewle bijîn. Ji bo vê em her kesê ku ji bo xatirê me û ji bo axa me ketine vê rêya nemir silav dikin. Ger hewce bike em ê canê xwe jî bidin da ku em layiqê wan kesên ku canê xwe ji bo me feda kirine, bibin."
Ferhan Hac Îsa da zanîn ku ew ne alîgirîrên şer in, ew têne parastina xwe dikin û wiha got: “Em ê hemû li ser vê rêyê bin. Em ne alîgirên şer in, lê em xwe diparêzin û jiyan me neçarê hilgirtina çekan dike da ku em tune nebin. Biryara me ya yekem avakirina Sûriyeke demokratîk e ku her pêkhateyek tê de jiyana xwe wekî ku dixwaze bijî ye.“
Berdevkê eşîrên Sirînê Hemîd El Îbrahîm jî axivî û wiha got: “Em îro li vir in û hêza me bi saya fedekariya şehîdên me ye. Divê her kes ji bo parastina vê xakê amade be. Ji ber ku rêya têkane ya bibinxistina planên dewleta Tirk û rizgarkirina xaka me ew e ku em bibin yek û li kêleka hêzên xwe bisekinin.“
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Merasîm bi dirûşmeyên “şehîd namirin“ bi dawî bû.