Dagirkeran bombe li Şera û Dirbêsiyê barandin

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gelek gundên navçeya Şer ya Efrînê û du gundên li rojavayê Dirbêsiyê barand.

Dewleta dagirker bi dema herêmî saet di 08:40'î de gundên Merenaz û Şêwarxa yên Şerayê û Keleya Şêwarxayê bombardûman kir.

Hate ragihandin ku nêzî 40 obus li herêmê ketine.

Şeva Yekşemê jî gundên Çetelê û Şêrikê yên li rojavayê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê hatin bombekirin.

Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk her roj bi rêk û pêk bombeyan li sivîlan û li cih û warê sivîlan dibarîne.