Dagirkeran bombe li Til Rifet, Şehba û Til Temirê barandin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Til Rifet, Kantona Şehbayê û Til Temirê barand.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran bombeyan li gundên Medyon û Bêlûniyê yên Kantona Şehbayê û derdora Til Rifetê dibarîne.

Li gorî agahiyan, heta niha 65 fuzel li herêmê ketine.

TIL TEMIR

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev bi çekên giran bombe li gundê Dirdara yê Til Temirê barand.

Di bombardûmanê de êrîş li ser nuqteya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê hate kirin. Di encamê de 2 eskerên bi navê Ehmed El Eazil û Ebdulezîz Ebdûrehman birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha bi balafirên bêmirov ên biçek êrîşî gundê Eboşê kir.