ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Eyn Îsayê êrişên dagirker
Dewleta Tirk a dagirker gundê Dibis ê Eyn Îsayê û rêya M4’ê bomberdûman kir. -
Gelê Hesekê: Bila qada hewayî ji balefirên Tirk re were girtin
Gelê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê şermezar kirin û xwestin bila qada hewayî ji balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re were girtin. -
PYD: Divê ji berxwedana Kobanê tecrube were stendin
PYD’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê bûye sembola îradeya azad a gelê Kurd û got “Divê ji berxwedana Kobanê tecrube were stendin.” -
Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk navendên leşkerî yên hev didin ber topan
Hêzên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagiker li Idlibê navendên hev ên leşkerî didin ber bombeyan. -
Dagirkeran li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, 3 sivîl ji heman malbatê ji aliyê çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên nasîn ve li gundê Xezewiyê ya Şêrewayê hatine revandin -
Dagirkeran bombe li Zirganê barand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rebîhat ê bajarokê Zirganê dan ber topan. -
Xelkê Hesekê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Li Hesekê gel û rûspî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî şermezar kir. -
Tevgera Komunîst serdana çalakiya li Sêmalka kirin
Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger serdana konê çalakiyê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye vedan, kirin. -
Êş û zehmetiya wê hêviya vegera li ser cih û war tîne
Koçberên Serêkaniyê ku li Kampa Waşûkanî û ya Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê dimînin, diyarkirin ku ewê heya ku dagirkerî ji cih û warê wan derdikeve û bi serbilindî vedigerin cih û warê xwe berxwe bidin. -
Li Amûdê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
Li Amûdê ji bo bîranîna 35 şervanên azadiyê yên di meha Îlon û Cotmehê şehîd bûbûn merasîmeke bîrnaînê lidarxistin. -
QSD'ê li Dêra Zorê sîxûrekî dewleta Tirk girt
QSD'ê ragihandin li Dêra Zorê sîxûrekî îstîxbarata dewlata Tirk a dagirker ê bi navê Cemîl Hesen Rehîm ku kordînatên nuqteyên QSD'ê û cihên ewlehiyê bi dewleta Tirk re parve dikirin, girt. -
Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrîşan protesto kirin. -
Li Kampa Waşûkaniyê dewleta Tirk hate protestokirin
Gelê Serêkaniyê ya ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Kampa Waşûkanî kiribûn, xwestin bila dewleta Tirk ji axa ku dagir kiriye derkeve. -
Çîn: Tirkiyeyê bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, av li ser biriye
Nûnerê Timî yê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî Sûriyeyê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye. -
Parêzerek bi propagandaya ENKS'ê xapiya, li Efrînê hate revandin
Îstîxbarata Tirk li Racoyê parêzereke Kurd Necah Omer Eros revand. -
Dewleta Tirk li Helebê 4 kes birîndar kirin
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk al i bajarokên Zehra û Nîbûlê de, 4 kes birîndar bûn. -
Rûsyayê li Cindirêsê bombe li navendeke Tirk barand
Balafirek şer êna Rûsya li Cindirêsê bombe li navendeke ya dewleta Tirk barand. -
Şêniyên Holê bang kir: Qada hewayî li dewleta Tirk bigirin
Li navçeya Holê ya Kantona Hesekê di meşa protestoyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk hat de, daxwaz hate kirin ku qada hewayî ji dewleta Tirk re bê girtin. -
Xelkê Minbicê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Bi hezaran welatiyên Minbicê yên daketin qadan êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin. -
Dewleta Tirk 4 sivîlên din jî revandin!
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî ya dagirkirî 3 sivîlên din revandin. Her wiha MÎT'ê jî li gundê Sariya kesek revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker hêzeke mezin a leşkerî şand Idlibê
Dewleta Tirk a dagirker hêzeke mezin a leşkerî ber bi rojhilatê Idlibê ve şand. -
HRE'yê şehîdekî xwe bi bîr anî
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Şoreş Andok ji ber qezayekê şehîd bûye. -
'Dewleta Tirk hewl dide zemînê ji êrişeke nû ya dagirkeriyê re amade bike'
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, dewleta Tirk hewl dide zemînê ji êrişeke nû ya dagirkeriyê re amade bike ku hîn li qada navneteweyî piştgirî wernegirtiye. -
Cenazeyê şehîd Hozan Qamişlo bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan (Hozan Qamişlo) ê li Kobanê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Gortistana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke heybet û tililiyan hate veşartin. -
Xelkê Reqayê êrîşa li Kobanê proteso kirin
Xelkê Reqayê li dijî êrîşa dagirkeriya ya dewleta Tirk meşiyan, nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî da.