Cenazeyê şehîd Hozan Qamişlo bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan (Hozan Qamişlo) ê li Kobanê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Gortistana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke heybet û tililiyan hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê tevlî merasîma cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hirsan (Hozan Qamişlo) yê ku 23`yê Cotmehê di encamê êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd ketibû, bûn.

Di merasîmê de hevrê û malbata şehîd Hozan Qamişlo, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îsam Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd ew in ên ku tişta herî buha ji bo parastina welatê xwe didin.

Ibrahîm da xuyakirin ku ew ji bo oxirkirina her şehîdekî diêşin, lê ne poşman in û ji xeta şehîdên xwe venagerin. Îbrahîm destnîşan kir ku sîxûrên di nava civakê de tevliheviyan dikin û got: “Hûn xwe ji bo pereyan difiroşin û dê şehîdên me her zindî bin û bi me re jiyan bikin.”

Piştre birayê şehîd (Hozan Qamişlo) Ciwan Hirsan jî axivî û şehadeta birayê xwe li Kurdistanê pîroz kir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbata Şehîd Hozan Qamişlo kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hate veşartin.