Xelkê Reqayê êrîşa li Kobanê proteso kirin

Xelkê Reqayê li dijî êrîşa dagirkeriya ya dewleta Tirk meşiyan, nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê xwepêşandanek orgenîze kir. Bi sedan şênî, ciwanên Reqa, gelek saziyên Sivîl û leşkerî yên Reqayê û şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê tev li xwepêşandanê bûn.

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Watenî kom bûn û pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji bêdengiya navnetewyî re" rakirin û ber bi qada agirkûjê ya li navenda bajêr ve çûn. Xwepêşandêran sloganên ku êrişên dijminahiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser Kobanê şermezar dikin, berz kirin.

Li wê derê endama Rêvberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad El-Ehmed axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kir.

El-Ehmed da zanîn ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Kobanê, Til Rifet, Til Temir û Zirganê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbarana bê ser û ber û hedefkirina sivîlan nîşan dide ku ew bi rêya êrişan têkçûna xwe vedişêre.

Itîmad El-Ehmed piştrast kir ku dewleta Tirk li hemberî serketinên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, xwe kontrol nekir û bi hinceta ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê sivîlan li herêmên Kobanê dike hedef.

El-Ehmed wiha domand: “Wekî şêniyên Reqayê ew dibêjin na ji bêdengiya navneteweyî re. Em yek gel in û vîna me yek e, em ê li hember van sûcan bisekinin û têkoşîna xwe heta ku tevahî herêmên Sûriyê rizgar dikin, bidomînin.”

Itîmad herî dawî ev got: “Em ji rêxistinên mirovî û hiqûqî re dibêjin êdî bes e ji bêdengiya we ya li hember sûcên dewleta Tirk re. Ka wijdan û mirovahiya we?

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina şervanên QSD'ê û dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.