Tevgera Komunîst serdana çalakiya li Sêmalka kirin

Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger serdana konê çalakiyê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye vedan, kirin.

Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinan a Komunîst a Şoreşger îro serdana çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê kirin. Ev çalakî li ser bangewaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin.

Şande ji aliyê çalakvanan ve hat pêşwazîkirin û piştre berê xwe da dergehê Pêşxabûr û daxuyaniyek hat dayîn. Di dauxyaniyê de kiryarên PDK`ê yên li dijî gerîla û gelê Kurd wek xiyanet hatin binavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha ev hate gotin: “Heke cenazeyên şehîdan radestî malbatên neyên kirin, em ê sînoran rakin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin gelê Kurd tune bikin. PDK bûye hevbenda Tirkan û xiyanetê li gelê Kurd dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijmin nikare vîna gelên herêmê bişikîne û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin. Bang li PDK`ê hat kirin ku dev ji dewleta Tirk berde û êrişên li dijî gerîla rawestîne.