ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Deriyê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê dest pê kir
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ên ku ji aliyê PDK'ê ve di kemînê de şehîd hatin xistin, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. -
Rêveberiya Xweser malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir ku bi rengekî fermî rêveberiya xweser nas kir. -
'Li dijî êrişên dewleta Tirk em helwesteke neteweyî nîşan bidin'
Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir û bang li gelan kirin ku li hemberî vê êrişkariyê helwesteke neteweyî û bi rûmet nîşan bidin. -
Berdevkê YPG'ê: Şer wê ne weke şerê Serêkaniyê be
Nûrî Mehmûd diyar kir, dewleta Tirk ji bo ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dewleta terorê çêbike gefa şer li wan dixwe û got, ''Ev şer wê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be. Hêzên me li ser mafê meşrû wê parastina vî gelî û vê xakê bike.'' -
SOHR: Êriş li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî hate kirin
SOHR'ê ragihand ku droneyên nenas êriş birin ser baregeha Tinêfê ya Koalîsyona Navneteweyî. -
Dewleta Tirk bombe li gundê Şêx Îsa barand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev bombe li gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê barandin. -
PYD'ê êrişa bi SÎHA ya li ser Kobanê şermezar kir
Meclîsa Giştî ya PYD'ê ragihand ku di êrişa SÎHA de ya li ser Kobanê 2 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn û diyar kir, welatên ku teknolojiya çekê difiroşin dewleta Tirk hevkarê van sûcên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk e. -
Salvegera 4’an Reqayê hate pîrozkirin
Salvegera 4’an a Reqayê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê li navenda bajar hate pîrozkirin. Rayedarên Reqayê diyar kir ku ji bo dawîbûna krîzên Sûriyeyê pêwîstî bi diyaloga Rêveberiya Xweser a di nav de cih digire heye. -
Li Kobanê SÎHA’yê bombe li wesayîteke sivîl barand: 3 sivîl birîndar bûn-NÛ BÛ
Balafireke Bêmirov a Biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê bombe li wesayîteke sivîl barand. Di êrîşên de 3 sivîl birînar bûn. -
QSD: Baweriya hêza me heye ku DAÎŞ’ê bi temamî tine bike
QSD’ê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê diyar kir. -
Li Şamê li dijî mînîbusa leşkerî êrişa bombeyî: 13 kes mirin
Li paytexta Sûriye Şamê li dijî mînîbuseke leşkerî êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
'Paytexta' DAÎŞ'ê bû, lê niha bûye bajarê ku fikra Neteweya Demokratîk lê diherike
Bajarê Reqayê ku 4 salan di bin serweriya tarî ya DAÎŞ’ê de bû û DAÎŞ'ê ji xwe re kiribûn paytext, dawiyê sala 2017’an ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin û niha bi fikra Neteweya Demokratîk xwe birêve dibe. -
Êrişa li ser gundên Til Temirê
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan bombe li gundên Dirdara û Til Şenanê yên Til Temirê barand. -
Salih Muslim: Mutabaqata Edeneyê ji mêj ve bihuriye
Salih Muslim diyar kir ku Mutabaqata Edeneyê ji bo Sûriyeyê belgeyeke teslîmiyetê ye, lê belê êdî bêhikum maye û got, li Sûriyeya nû divê ev yek bê betalkirin. -
Ciwanan li Tebqayê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Ciwanan liTebqayê bi meşeke meşaleyî gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin. Ciwanan di çalakiyê de piştgiriya çalakiya Malbatên Şehîdan a li Deriyê Sêmalka jî kirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin
Îstîxbarata Tirk li Şerayê, li Bendava Meydankê 5 sivîl revandin. -
Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed El-Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê Şedadê ya Hesekê bi merasimekê girseyî veşartin. -
Dewleta Tirk gundên Til Temirê bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din gundên Til Temirê bomberdûman kir. -
Leşkerên Tirk êşkence li sê ciwanan kir, ji bilindahiya sê metreyî avêt
Dewleta Tirk a dagirker, bi hinceta ku hewl dane ji sînor derbas bibin, êşkence li sê ciwanan kir û ji bilndahiya ji sê metreyan avêt. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 jinên din jî revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Kantona Efrînê 2 jin revandin. -
Malbatên şehîdan ên li Şehbayê li ber gefan rabûn: Em ê li ser xeta zarokên xwe bin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li ber gefên êrişê yên dewleta Tirk a dagirker rabû. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Dêra Zorê 22 DAÎŞ'î hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyoneke ewlehiyê ya bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û HAT’ê de 22 DAÎŞ'î li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtine. -
Dagirkeran ji Gundê Memilo ya Efrînê 5 sivîl revandin
Çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ û ‘El Mutasim Billah’ ên tên nasîn û girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Memilo ya Reco revandin. -
Êl û rûspiyên Reqayê salvegera 4’an a rizgariya Reqayê pîroz kirin
Êl û rûspiyên Reqa û gundewarê wê, salvegera 4`an rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAÎŞ`ê pîroz kirin, bang li civata navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê bînin. -
Li Tebqayê 66 şehîd hatin bîranîn
Li Tebqayê ji bo 66 şehîdên sê mehên dawîn merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.