Çîn: Tirkiyeyê bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, av li ser biriye

Nûnerê Timî yê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî Sûriyeyê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye.

Geng Shuang got, rapora Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Berpirsyar a li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê 'cihê fikaran e'.

Shuang li Konseya Ewlekariyê axivî û got, "Tirkiyeyê bi rengekî neqanûnî bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye."

Nûnerê Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û garantiya gihandina alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Nûner her wiha xwest, pêkanînên yekalî yên li ser Sûriyeyê bêne rakirin.