‘Zextên li ser rojnamegeran rawestînin!’

15 rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê derbarê binçavkirina rojnamevanan de daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaza rawestandina zexta li ser rojnamevanan kirin.

Bi hinceta lêpirsina ku navenda wê Eskîşehîr e, di operasyona qirkirina siyasî de gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Derbarê vê yekê de 15 rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamevan Roza Metîna û Ahmet Sumbul; li Stenbolê Erdogan Alayûmat, Bîlge Aksu, Tûgçe Yilmaz, Sûzan Demîr û Serap Guneş; li Êlihê Mehmet Ûçar; li Enqereyê jî Bîlal Seçkîn hatiye binçavkirin. Hat gotin ku akademîsyen, nivîskar, helbestvan û hunermend jî hatine binçavkirin û rojnamevanan hîna bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîne.

‘DIVÊ DAWÎ LI ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN BÎNIN”

Di daxuyaniyê de ‘biryara tedbîrê’ ya li ser dosyayê jî hat bibîrxistin û hat gotin: “Parvenekirina agahiyên derbarê binçavkirin û operasyonê de nîşan dide ku gefên li dijî azadiya çapemeniyê û azadiya pîşeya rojnamevaniyê mezin bûne.” Di daxuyaniyê de daxwaza dawîlêanîna zextên li dijî rojnamevanan û hişyariya parastina azadiya ramanê hat kirin: “Rojnamevanî yek ji hêmanên jêneger ên civaka demokratîk e û divê ji zextên siyasî bê parastin.”

Navê saziyên îmze dane wiha ne:

Komaleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Cıvata Rojnamevanan (GC), (DİSK), Komaleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, (DFG), Haber-Sen, Civata Rojnamevanên Îzmîrê, Freedom House, Komaleya Medyaya Xwecihî ya Amedê, Komaleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), ARTICLE 19, Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropayê (ECPMF), Komaleya Rojnamevanên Jin, Cıvata  Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI).