Li Kampa Waşûkaniyê dewleta Tirk hate protestokirin
Gelê Serêkaniyê ya ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Kampa Waşûkanî kiribûn, xwestin bila dewleta Tirk ji axa ku dagir kiriye derkeve.
Gelê Serêkaniyê ya ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Kampa Waşûkanî kiribûn, xwestin bila dewleta Tirk ji axa ku dagir kiriye derkeve.
Meclîsa Kampa Weşûkanî daxuyaniyek da raya giştî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku çeteyên ku erda wan dagir kiriye tune bikin û wan jê derxin.
Hevserokê Meclîsa Kampa Weşûkanî Elaa Elî daxuyanî xwend. Tê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê li şûna şêniyên resen, demografiya herêmê diguhere û siyaseta Tirkkirinê dimeşîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derketina nîşaneyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî, piştrast dike ku dewleta Tirk bi rêya wan herêm dagir kir, şerê gelê Sûriyeyê kir û ew herêm ji bo DAIŞ’ê kiriye cih û war.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku hedefgirtina serçeteyekî DAIŞ’ê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî de li ser desteka ku dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re pêşkêş dike û wê dihewîne.
Her wiha ev yek di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev bi giştî destnîşan dikin ku DAIŞ li Serêkaniyê ye. Divê Koalîsyona Navneteweyî şerê çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên dagirkirî bike û dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike."
Koçberên herêma Serêkaniyê ku di Kampa Weşûkanî de dimînin di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê derxin û şêniyên resen vegerînin warên wan.