Gelê Hesekê: Bila qada hewayî ji balefirên Tirk re were girtin
Gelê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê şermezar kirin û xwestin bila qada hewayî ji balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re were girtin.
Gelê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê şermezar kirin û xwestin bila qada hewayî ji balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re were girtin.
Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê meşek li dar xistin, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang kir ku qada asîmanî li ber balafiran were girtin.
Meş ji ber parka Rêber Abdullah Ocalan a li Taxa Nasiran dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Qada asîmanî li êrişan Tirkan bigirin" hatin hildan.
Meş li qada Azadî ya taxa Til Hecer rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Li ser navê PYD'ê Hisên Berî axivî û berxwedana pêkhateyan herêmê li hemberî êrişan silav kir.
Berî anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê destkeftiyên xwe biparêzin, dev ji projeya xwe ya demokratîk bernadin û dê li hemberî her cûre êriş bisekinin û wiha domand: "Êrişên ku Erdogan û çeteyên wê dixwazin pêk bînin vîna gelê herêmê ya ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan û berxwedana Mazlûm Dogan û girtiyên berxwedêr naşkîne."
Endama Koordînasyona Kongreya Star Şurkriya Mihemed jî got: "Gef û êrişên domdar ên li ser herêmê serkeftina Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dike. Lê ev êriş israra me ya ji bo berxwedanê û bidestxistina azadiyê lawaz nake."
Şukriya Mihemed bal kişand ser bombebarana dewleta Tirk a li bajarê Kobanê û wiha axaftina xwe domand: "Armanc ji van êrişan lawazkirina hêza gel e. Lê em rê nadin ku beşek din ji Rojava were dagirkirin. Ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî em ê tê bikoşin."
Di axaftinan de bang hate kirin ku qada asîmanî li ber êrişên Tirkan were girtin.